Lahor Şêx Cengî: Silêmanî bajarekî Kurdî ye

Hevserokê Giştî yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi gotina ‘Silêmanî bajarê Kurdî ye, ji bo wê ye jêre tê gotin bajarê helmet û qûrbanî’ bersiva propagandayên nerast ên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû da.

Helwest û xwepêşandanên xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker kir ku dewleta Tirk ji gelê Başûr aciz bibe. Li ser vê Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çawîşoglû bi propagandayên derew xweste rastiya gelê başûr berovajî bike.

Li ser vê yekê Hevserokê Giştî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan(YNK) Lahor Şêx Cengî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterêk bi gotina ‘Bajarê Silêmanî bajarkî Kurdî ye lewra ji bo wê dibêjin bajarê helmetî qûrban’ bersiva propagandayên derew ên Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû da.