Lahor Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe

Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “PDK’ê ji zû de biryar daye ku vî gelî bike qurbanê partiya xwe.“

Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî der barê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Şêx Cengî diyar kir ku gel li ba rayedarên hikûmeta Herêmê ne giring e û got: “Desthilata vê Herêmê bi qasî bi razîkirina welatên cîran û dijminên gelê me re mijûlin, ger nîva wê li êş û azarên gel bi pirsiyan wê gel wan himbêz bikira û li ser serê xwe daniban.”

Lahor Şêx Cengî anî ziman ku kilîla derbaskirina gelê me ji pirsgirêkan, tenê Bexdaye û ev tişt got: “Lê em dibînin desthilata vê Herêmê kom bi kom serdana paytextên welatên cîran dikin. Lê yek car jî ne amadene serdana Bexdayê bikin ku baş dizanin çareserî tenê ew dere.”

Şêx Cengî, beşek din a peyama xwe de PDK rexne kir û got: “Ev demeke min dest ji biraderên PDK’ê berdaye. Ji ber ku wan zû de biryar dane, vî gelî bikin qurbanê partiya xwe.”

Şêx Cengî, di dawiya peyamê de jî ji YNK’ê û Tevgera Goran re jî wiha got: “Hûn her du jî şirîkên vê hikûmraniyê ne. Ez dibêjim gelo hun qet fikra ceribandina gel dikin? Ji ber ku hun niha di jêr ceribandinek zehmet de ne. Ger piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê û peyama wezareta neftê ya Iraqê a ji bo hikûmeta Herêmê, hûn jî wek PDK’ê israr bikin ku gaza xwezayî jî wek neftê lêkin, bizanin kesê yekem li dijî we raweste wê ez bim. Tu demê nabe ku boriya dawî ya nefesa gelê me, dibin navê aboriya serbixwe de radestî dijminên gelê me bê  kirin.”