Kuştina li girtîgehan û zextên li ser HDP'ê li Wanê hatin şermezarkirin

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî partiya wan û êşkenceya li girtîgehan şermezar kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî zextên li ser partiya wan û mirinên li girtîgehan li ber avahiya HDP’a Artêmetanê daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Êriş û zext wê nekarin me têk bibin" hate hildan. Daxuyanî ji hêla Hevşaredarê Navçeya Tûşbayê Yilmaz Berkî ve hate dayin ku bi hinceta KHK’ê mazbataya wî dabûn namzetê AKP’ê. Berkî da zanîn ku desthilatdarî êdî veguheriye avadaniyeke wisa ku qeydên hiqûqa gerdûnî binpê dike, Destûra BingehÎn ji holê rakiriye û bi awayekî sîstematîk qanûnan binpê dike.

Bi domdarî Berkî destnîşan kir ku kesên bi krîmînalîzekirina gel, bi destgîrkirina kêfî û girtinên derhiqûqî re hewl didin ku Kurd xwedî li HDP’ê dernekevin, xwe dixapînin û wiha domand: "Tu sedemeke hiqûqî ya girtin û destgîrkirinên dawî û ya Doza Kûmpasê ya Kobanê nîne. Tu bingeheke hiqûqî ya êrişa li ser avahiya partiya me ya Cizîrê nîne. Êrişeke faşîst a sîstematîk li dijî partiya me di meriyetê de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê hiqûqê weke amûrekî bi kar tînin û hewl didin bi darizandinên keyfî re ji êrişên xwe re qadê vekin. Di esasê xwe de siyaseta azadîxwaz, demokratîk û aştiyê ya partiya me hedef tê girtin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi Doza Kompasê ya Kobanê re xwe rezîl kirine. Lewma hêviya xwe girêdayî neheqî, zordestî û kompasan kiriye. Di nav de endam û rêveberên partiyê, hevşaredar û xebatkarên şaredariyê jî, derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê dan. Dê ev operasyonên qirkirina siyasî negihijin armanca xwe."

Herî dawî jî Berkî bal kişand ser mirinên li girtîgehan û wiha got: "Her hefteyê agahiya mirina girtiyên siyasî ji girtîgehan tê. Siyaseta ku nûnertiya faşîzma 12’ê Îlonê û Esat Oktay dikin, hewl didin êşkence û êrişên li girtîgehan tên kirin veşêrin. Girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne êşkencexaneyan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê niha li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û bandora xwe li civakê dike. Li ser gelek cenazeyên ji girtîgehan derdikevin şopên êşkenceyê hene. Berpirsyarê mirina girtiyên nexweş û girtiyên siyasî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Em soz didin ku xwedî li bîranîna wan hevrêyên xwe derkevin."