Kurkçu: Erdogan ji rûniştina me ya li parkê jî ditirse

Nobeda Wijdan û Edaletê bi çalakiya dengderxistinê ve beşa îşev bi dawî bû. Piştî çalakiyê Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî û got: “Erdogan ji rûniştina me ya li parkê jî ditirse.”

Di nobeda Wijdan û Edaletê de weke her şevê çalakiya dengderxistinê hate lidarxistin. Di çalakiya dengderxitinê de dirûşa “Ev hê destpêke, wê têkoşîna me bidome” hat qîrkirin.

Piştî çalakiyê û şûnde Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, destnîşan kir ku dengê Edaletê yê li Wanê bilind bûyî wê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Kurkçû destnîşan kir ku Erdogan ji rûniştina HDP’yiyan a li parkê jî ditirse û got: “Eger ku gel rabe ser xwe wê Erdogan biçe. Gelê me xwedî li wijdan û edaletê derketiye. Em li Wanê vê dijîn. Ev hê destpêke, wê têkoşîna me bidome.”