Kurê wê li girtîgehê, ew jî li derve têdikoşe

Nebat Îşçî dayika Naîf Îşçî yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye: Kurê min li girtîgehê, ez jî li derve têdikoşim.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û 281 girtiyan dewam dikin. Yek ji çalakgeran jî Naîf Îşçî (22) ye, ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê 10 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Îşçî Nehbat Îşçî diyar kir ku ew heta dawiyê li pişt têkoşîna kurê xwe ye û bang li Kurdan hemûyan kir ku bi rengekî topyekûn li dijî tecrîdê têbikoşin.

Dayika 6 zarokan Îşçî, kurekî wê di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê şehîd bû. Cenazeyê yekî jî hîn nehatiye dîtin. Dayik Îşçî, piştî qedexeya li navçeyê ji aliyê aborî ve tengav bû, lewma li Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê dest bi kar kir. Îşçî hewl dide 4 zarokên xwe yên biçûk xwedî bike. Îşçî wê wextê timî dibû hedefa zextên dewletê û gelek caran hatibû destgîrkirin.

'JI ME RE NEBÊJE DEST JI ÇALAKIYÊ BERDE'

Îşçî diyar kir ku çend caran zexta sîxuriyê lê hate kirin û got, "Di berdêla muçeyekî bilind, xanî û xwendina zarokan li dibistanên baş, ji min xwestin ku bibim sîxur. Ji ber ku min ev qebûl nekir, dest bi îftira û lîstikan kirin. Wê demê, ji zarokên min ê herî mezin Naîf bû û hîn 14 salî bû. Lingê wî şikestibû û nikarîbû rabe ser xwe. Şevekê avêtin ser malê û em her du destgîr kirin. Ez hatim berdan, lê ew hate girtin. Kurê min 14 salî bû dema ku ew girtin."

Naîf Îşçî 3 salên destpêkê yên li girtîgehê li Sêrtê ma. Piştre bi hinceta ku tevlî çalakiyên li girtîgehê bûye, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Bandirma ya Balikesîrê kirin. Îşçî ku 5 sal in li wir e, 10 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Îşçî qala axaftina bi telefonê kir û got, kurê wê bi rêya telefonê jê re gotiye, 'Dayê me meraq neke, em baş in. Çalakiya me ya li vir bi biryardarî didome. Ji me re nebêje ku dest ji çalakiyê berdin. Eger hevrêya me Leyla Guven bedena xwe dide ber birçîbûnê, divê her kes baş zanibe bê ev tê çi wateyê. Heta ku daxwazên wê bi cih neyên anîn, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin'. Dayik Îşçî diyar kir, divê ev mesaja kurê wê ji aliyê her kesî ve baş bê fêhmkirin û anî ziman, kurê wê li girtîgehê, ew jî li derve li dijî tecrîdê têdikoşe. Îşçî got, "Tecrîd ancax bi yekîtiya Kurdan ji holê dikare bê rakirin."