Kurdên Kakaî: Em êrîşên li Şengalê şermezar dikin
Kurdên Kakaî, êrîşên li Şengalê yên li dijî YBŞ-YJŞ û Kurdên Êzidî hatin kirin şermezar kirin û gotin, yên êrîş kirine nabe weke pêşmerge bên binavkirin.
Kurdên Kakaî, êrîşên li Şengalê yên li dijî YBŞ-YJŞ û Kurdên Êzidî hatin kirin şermezar kirin û gotin, yên êrîş kirine nabe weke pêşmerge bên binavkirin.
Kakaî ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Divê hemû hêzên Kurd li hev bicivin û têkoşîna neteweyî bimeşînin. Şerê li Şengalê ji her alî ve dikeve xizmeta dewleta Tirk. Zerarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan."
'DIVÊ ŞER LI DIJÎ DIJMINÊ HEVPAR WERE KIRIN'
KEMAL KERÎM FARIS: Lazim e Kurd êdî li dijî hev şer nekin. Em şerekî bi vî rengî naxwazin. Ya pêwîst, yekîtiya neteweyî ye. Ji bo em li tevahiya Kurdistanê bi ser bikevin, divê em yekîtiyê di nava hêzên xwe de çêbikin. Ya rast jî ev e.
Yên ku li dijî Kurdan şer dikin, nabe ku pêşmerge bin. Divê pêşmerge tevî gerîla li dijî dijminê hevpar şer bike. Ev şer ne ji bo berjewendiyên Kurdan e. Ev şer xizmetê ji dijmin re dike. Lewma divê şerê li Şengalê tavilê biqede.
AHMET EBÛBEKIR: Weke pêşmergeyekî YNK'ê ez vê êrîşa li Şengalê bi ti awayî qebûl nakim. Em alîgirê aştiya navxweyî, alîgirê yekîtiyê ne. Mam Celal (Celal Talabanî) dibêje ew li dijî şerê navxweyî ye û yekîtiya Kurdan dixwaze. Weke pêşmerge em jî xwedî heman helwest û daxwazê ne.
MAHÎR CEMAL: Em, yên ku êrîşî Şengalê kirine bi tundî şermezar dikin. Em li dijî vî şerî ne. Yên ku êrîş kirin, xizmetê ji dewleta Tirk a faşîst re dikin. Em naxwazin ev êrîş careke din bê kirin. Ya ku divê Kurd bikin ew e; divê hêzên xwe bikin yek û ji bo azadiyê têbikoşin.
SELAM KAKAÎ: Dema ku êrîş li dijî Êzidiyan hat kirin, gerîla yekser dest bi parastina wan kir. Ez weke Kurdekî Kakaî wê parastinê gelekî hêja û watedar dibînim. Beriya her tiştî vê bêjim.
Êrîşa di rojên dawî de bi navê pêşmerge li Şengalê hat kirin, ez weke birakujiyê nabînim, weke întixarê dibînim. Em şerê navbera Kurdan qebûl nakin. Êdî ew dem derbas bûye ku Kurd bi destê hêzên derve, hêzên herêmê li dijî hev şer bikin. Pêwîste pirsgirêk di navbera rayedarên herêma Kurdistanê û rayedarên gerîla de diyalog bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Rewşa li herêmê aloz e û ev yek firsendekê dide Kurdan. Bi bikaranîna vê firsendê re em dikarin hemû armancên xwe yên li Kurdistanê pêk bînin.
Divê pêşmerge û gerîla, pêwîste hemû Kurd berê tivinga xwe bidin dijmin. Divê armanc, parastina Kurdan be. Dewleta Tirk par li Bakurê Kurdistanê komkujî kir. Di rewşeke bi vî rengî de, ku li pêş çavan e, nabe ku Kurd li dijî hev şer bikin.