Kurdên Feylî: Bi yekrêziyê em dikarin mafên xwe bi dest bixînin

Kurdên Feylî daxwaza yekrêziya Kurdan dikin û dibêjin; “Bi yekrêziya gelê Kurd em dikarin mafên xwe yên netewî bidest bînin.”

Feylî Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ne ku li bajarên Loristan, Kirmaşan û Îlamê dijîn û her wiha beşek ji wan li Iraqê û li rojhilatê çemê Dîcle li Bexda û parêzgeha Diyale dijîn û weke Feyliyên Şîî tên naskirin. Ev zaraweye ji çendîn eşîrên Kurd ên Îlamî re tê gotin ku li Pêşko (pişt çiya) yê rêzeçiyayên Zagrosê niştecih bûne. Piraniya dîroknivîsan di mijara ku Feylî ji koka Îlamî yan jî Gotî bûne de hemfikrin ku li naverast û Başûrê Iraqê li navçeyên Mendelî, Zirbatiye, Bedre Cesan, Xaneqîn, Kerkûk, Bexda, Kot, Emare û Besre jiyan kirine. Çend rojhilatnasên wek Viladîmîr Mînorskî yê Rûsî, John Malcon û Şêwirmendê Kurd Dr. Îsmaîl Qumandar vê nêrînê piştrast dikin û dibêjin ku destpêka derketina zaraweya Feylî sedsala 16’an bûye, niha jî ev zaraweye ji bo wan Kurdan bikar tê ku niştecihê wan navçeyên ku di dabeşkirina xerîteya siyasî ya peymana Lozanê de bûne para dewleta Iraqê.

FELAKETA KU KURDÊN FEYLÎ PÊRE RÛ BI RÛ MANE

Pirsgirêka Kurdên Feylî mîna pirsgirêka Erebên Şîî timî ji ber şer û aloziyên siyasî yên di navbera dewleta Osmanî yê Tirk û Sefewî yê Îranî ku rê li ber dabeşbûna niştecihên navçeyên di navbera her du cemserên Îran û Osmanî de vekir hatine dabeşkirin. Piraniya Şîiyên li Iraqê weke yên ji beşeke Îranî tên hesibandin ku di nava wan de Kurdên Feylî hebûn. Ji destpêka damezrandina dewleta Iraqê bi cudakirina wan ji kesim û çînên din ên civaka Iraqî re rû bi rû hatine hiştin.

Sala 1924’an yasaya nasnameya Iraqî li ser dabeşkirina gelên Iraqê li ser bingehê ayînî û netewî ji bo sê beşan tekez kiriye. Ji ber ku Kurdên Feylî Şîî bûn, koka wan weke Îranî hatine diyarkirin û ji ber wê jî timî rastî êrişên desthilatdarên Iraqê hatine. Piştî hatinarejîma Baas li ser desthilat û desteserkirina wê, ji sala 1968’an ve Kurdên Feylî bi pêla şîdet, surgun û îmhayê re rû bi rû mane. Ji destpêka salên 1970’an rejîma Baas a berê nêzî 40 hezar Kurdên Feylî bi hêceta ku koka wan Îranî ye, surgunê Îranê kirine. Di berdewamiya wê siyaseta li hemberî Kurdên Feylî de sala 1980’an li gorî biryara hejmar 666’an mafê hemwelatîbûn ji wan hatiye standin, vêca dest danîne ser mal û milkên wan. Bi zewtkirina jin û kuştina mêr û zarokan, êrişên pir tund û hovane li ser Kurdên Feylî dihatin kirin ku di dîrokê de kêm tê dîtin. Di nava wê serkutkirin û şîdetê de, serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên bi biryareke nû derket ser dika desthilatiyê, biryar hat dayin ku ger mêrên Iraqî ku hevserên wan jinên Feylî ne, di berdêla ku wana berdin eger leşker be 4 hezar dînar û eger sivîl be 2 hezar û 500 dînar pere wê bistîne. Li gorî bîlançoyêj Xaça Sor û Heyva Sor a navnetewî 400 hezar welatiyên Feylî bûne qurbaniyê kuştin û surgunkirinê ya rejîma berê ya Iraqê. Piştî hilweşîna rejîma berê ya Iraqê, sala 2006’an yasaya nasnameya Iraqî biryara hejmar 666’an a sala 1980’ê betal kir. Di vê pêvajoyê de beşek ji Kurdên Feylî karîn mafên xwe bidest bixin, her çiqasê niha beşek mezin ji Kurdên Feylî bê nasname ne û ew Feyliyên ku bi darê zorê surgunê Îranê hatine kirin jî heya niha hikumeta Iraqê wana wek welatî qebûl nake.

Hêjayê gotinê ye ku roleke mezin ê kesayetiyên Feylî di şoreşên azadîxwazî yên gelê Kurd de hebûye bi taybetî di şoreşa Başûrê Kurdistanê de. Ji ber vê jî ji aliyê rejîma Baas ve pir hatine çewisandin. Yekem jina ku hat daliqandin jî Leyla Qasim bû ku ew jî Kurdê Feylî ye.

ROJA ŞEHÎDÊN KURD ÊN FEYLÎ

Roja 4’ê Nîsanê wek roja şehîdên Feylî hatiye diyarkirin ku di vê rojê de ji bo bîranîna wan merasîmek tê lidarxistin. Di vê derbarê de hin berpirsên Kurd ên Feylî ya li Kerkûkê têkildarê felaket û rewşa Kurdên Feylî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Kerkûkê ji ANF’ê re axivîn.

KURDÊN FEYLÎ LIGEL HEMÛ KURDAN XWEDÎ HEMAN PIRSGIRÊKA NETEWÎ NE

Berpirsê Kurdên Feylî yên Kerkûkê Hacî Dawûd Eshed Feyzula îşaret bi cudatiya Kurdên Feylî ya ligel baweriyên cuda yên civaka Kurd kir û got, “Kurdên Feylî ti cudatiyeke wan ligel Kurdên din ên Kurdistanê nîne, tenê ji aliyê mezhebî ve Kurdên Feylî cuda ne û Feylî bi mezheba Îmam Ceifer Sadiq radibin ku wek Şîî tên hesibandin, lê Kurdên Feylî ji aliyê axaftin, reftar û pirsgirêk û berjewendiyên netewî de bi Kurdên hemû Kurdistanê re pirsgirkê û berjewendiyeke me ya yek heye.”

KURDÊN FEYLÎ HESTIYÊ MORIK A ABORIYA IRAQÊ BÛN

Têkildarê navçeyên ku Kurdên Feylî lê dijîn Eshed ragihand, “Kurdên Feylî li navçeyên Mendelî, Zirbatiye, Bedre Cesan, Xaneqîn, Kerkûk, Bexda, Kot, Emare û Besre hene. Beriya salên 1970’an li Iraqê Kurdên Feylî hestiyê morik a aboriya Iraqê bûn, ji ber ku pêwîstiyên bingehîn wek pêwîstiyên xwarinê berhem dianîn û ji bo hemû Iraqê dabîn dikirin. Heta bi şêwazekê ku hemû pêwîstiyên xwarinê yên artêşê dabîn dikirin û bi deyn didan hikumetê.”

HEWL DAN BI RÊYA SURGUNKIRINÊ NASNAMEYA WAN JIBÎRA WAN BIBIN

Hacî Dawûd Eshed’ê Feylî bal kişande ser armanca pêvajoya surgunkirina Kurdên Feylî û wiha axaftina xwe domand, “Di salên 1970’an de piştî şoreşa Îlonê hikumeta Bexdayê biryar da ku Kurdên Feylî ji Bexdayê derbixe û pêvajoyeke ya surgunkirinê dijî Kurdên Feylî hat destpêkirin. Piraniya Kurdên Feylî surgunê başûr û rojavayê Iraqê û beşek ji wan jî ber bi Îranê ve hatin kirin. Rejîma Iraqê ji bo tinekirina kok û nasnameya Kurdbûna Feyliyan pergalek bikar dianî ku çend malên Kurd li navçeyekê niştecih dikir ku hemû Ereb bûn da ku Kurdên Feylî nasnameya xwe jibîr bikin.”

NASNAME JI KURDÊN FEYLÎ STANDIN

Eshed di dewamê de behsa domkirina projeya surgunkirin û tinekirina nasnameya Kurdên Feylî ji aliyê rejîma Iraqê kir û got, “Piştî geşbûna şerê di navbera Îranî û Iraqê de careke din di sala 1982’an rejîma Baas li Iraqê bi hinceta Îranîbûna Kurdên Feylî, bazirganên Feylî ji komkujiyê re derbas kir û dest bi ser hemû mal û milkên Feyliyan de girt û nasnameya hemû Feyliyan stand û jin û zarokên wan ber bi sînorên Îranê ve dersînor kirin ku beşek mezin ji wan di rê de ji ber mayînan û dijwariya şert û mercên rê jiyana xwe ji dest dan û bi êş û felaketeke mezin ve gihîştin Îranê.”

HEYA NIHA BIRIYARÊN REJÎMA BASS DIJÎ KURDÊN FEYLÎ TÊN PÊKANÎN

Berpirsê Kurdên Feylî yên Kerkûkê Hacî Dawûd Eshed Feyzula îşare bi maf û rewşa Kurdên Feylî ya piştî rejîma Baas ango piştî sala 2003’an kir û wiha pêde çû; “Mixabin piştî hilweşîna rejîma Baas li Iraqê, hêviyeke me hebû ku rewşa Kurdên Feylî baş bibe û bikarin nasnameya xwe werbigrin, lê mixabin heta niha biryarên rejîma Baas dijî Kurdên Feylî tên pêkanîn û heta niha nasnameya beşek zêde ji Kurdên Feylî nehatiye dayin. Her wiha ew Kurdên Feylî yên surgunê Îranê hatine kirin jî nikarin vegerin Iraqê, ji ber ku ti belgeyek bi wan re tineye ku nîşan bide Iraqî ye. Ji ber ku rejîma berê hemû belgeyên wan ên nasnameyê ji wan standibûn.” Eshed daxwaz ji hikumetê kir ku hewl bide mafên Kurdên Feylî vegerînin wan û diyar kir, “Mixabin dikarim bêjim ku ji sala 2003 heya niha ti tiştek ji bo Kurdên Feylî nehatiye kirin.”

ELEWÎ JÎ WEKE KURDÊN FEYLÎ JI BER NETEWE Û MEZHEB VE JI ALIYÊ TIRKIYÊ VE TÊN ÇEWISANDIN

Têkildarê çewsandina Kurdan ji aliyê Iraq û dewletên din ên dagirkerê Kurdistanê wek Tirkiye, Eshed wiha nêrînê xwe anî ziman; “Dema ku li Iraqê dixwazin ku hikumet alîkarê me be, ji me re dibêjin ku hûn Kurd in. Bi heman rengî min bi çavên xwe dîtiye ku li Tirkiyê çawa Kurdên Elewî ji ber netewe û mezheb tên çewisandin. Tevî ku piştî hilweşîna rejîma Baas li Iraqê me hin azadî bi dest xistibe jî lê heya niha jî em ji mafên xwe bê parin.”

‘EGER GELÊ KURD YEKRÊZ BE DIKARIN MAFÊN XWE BI DEST BIXÎNIN’

Eshed bal kişande ser girîngiya hevgirtin û yekrêziya gelê Kurd û ragihand, “Kurd li her çar beşên Kurdistanê nifûsa xwe zêde ye, eger gelê Kurd hevgirtî û yekrêz be dikarin bi yekrêziyê mafê xwe û mafê nivşên pêşeroja xwe bi dest bixînin.”

‘HEBÛNA ME BI SAYA KED Û XWÎNA ŞEHÎDAN E’

Berpirsê Kurdên Feylî yên Kerkûkê Hacî Dawûd Eshed Feyzula herî dawî ev peyame arasteyê malbatên şehîdên Kurdistanê kir, “Kurd li her çar beşên Kurdistanê bi destê dijminan şehîd dibin, ez destpêkê bi rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê ditewînim, destê dayikên şehîdan maç dikim û rêza me ji bo dayik û bavên şehîdan heye û ji wan re dibêjin ku hebûna me bi saya ked û xwîna wan şehîdan e ku xwe ji bo ku em bikaribin bi azadî bijîn feda kirine.”

‘20 HEZAR CIWANÊN FEYLÎ BI SAXÎ XISTIN GORÊ’

Berpirsa Rêxistina Jinên Kurd ên Feylî ya li Kerkûkê Seidiye Farûq Mûsa îşaret bi roja şehîdên Kurd ên Feylî kir û got, “4’ê Nîsanê roja şehîdên Kurd ên Feylî ye, di wê rojê de rejîma berê ya Baas di pêvajoya Enfalê de zêdetirê 20 hezar ciwanên Kurd ên Feylî bi saxî xistin gorê. Dayikan bendewariya zarokên xwe dikir, lê piştî hilweşîna rejîma Baas li Iraqê û eşkerebûna tawanên Baas, derket holê ku 20 hezar Kurd ên Feylî bi saxî xistibûn gorê.”

‘HER DU HIKUMETAN JÎ BI HINCETA NETEWE Û MEZHEB EM DÛR XISTINE’

Seidiye Farûq jî wiha behsa wergirtina mafên xwe ya piştî hilweşîna rejîma Baas li Iraqê kir, “Mixabin piştî hilweşîna rejîma Baas ji sala 2003’an heta niha nasname nedane Kurdên Feylî û heta niha jî li Iraqê weke kesên biyanî li hemberî wan nêzîkatî tê raberkirin. Dema em diçin bajarên Iraqê ji me karta niştecihbûnê (îqame) dixwazin, her wiha mafên me ji aliyê her du hikumetên Iraq û herêma Kurdistanê hatiye xwarin. Bi rengekî ku li navçeyên di bin desthilatdariya Iraqê bi hinceta ku em Kurdin timî tên dûr xistin û ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê jî ji me re dibêjin hûn Feylî ne û Şîî ne û Kurd nînin; bi vî rengî weke Kurd maf nedane me.”

‘JI BO EM BIGIHÊJIN MAFÊN XWE PÊWÎSTIYA ME BI HEVGIRTIN Û YEKÎTIYÊ HEYE’

Seidiyeya Feylî her wiha bal kişande ser cihêkariya ji ber mezheb û netewe ya li hemberî Feyliyan tê kirin û got, “Mezheba me çi dibe bila bibe, em Kurd in. Kurdên Feylî di damezrandina hemû partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê xwedî rol bûne. Lê mixabin weke Kurd em ji mafên me bêpar kirin. Em ê Kurd bi hemû bîr û bawerî û mezheban ve xwedî gelek dijminan in, çi Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye be hemû dijminatiya Kurdan dikin û bêyî ku cudayî bixe navê hemû Kurdan weke dijminên xwe dibînin. Gelek welat hene ku nifûsa wan kêm e lê xwedî dewlet in, ji ber ku hevgirtî ne. Ji ber wê jî ji bo ku bigihîjin mafên xwe pêwîstiya me bi hevgirtin û yekîtiyê heye.”

‘PÊWÎSTE EM KURDÎTIYÊ BIKIN NE HIZBÎTIYÊ’

Berpirsa Jinên Feylî ya li Kerkûkê Seidiye Farûq Mûsa ji bo bidest xistina mafên Kurdan û pêşîgirtina li dûbarebûna komkujiyên li dijî Kurdan ev nirxandin kir, “Ji bo bidest xistina mafên xwe û pêşî li komkujiya neteweya xwe bigirin, pêwîste em hemû yekdest û yekrêz bin. Pêwîste hizbatiyê nekin, berevajî divê Kurdîtiyê bikin. Ji ber ku em bi yekrêziyê dikarin bigihîjin mafên xwe.”

KURDÊN FEYLÎ JI MAFÊ HEMWELATÎ BÛNÊ HATIYE BÊPARKIRIN

Seidiye Farûq bi boneya roja şehîdên Feylî peyama xwe bi van gotinan anî ziman; “Hemû şehîdên Feylî şehîdên hemû Kurdistanê ne, hêvîdarin ku ti cihêkariyek li ser hîmê parçe, mezheb û bîr û bawerî di nava Kurdan de neyê kirin. Ji ber ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yek in, her wiha daxwaz dikin ku nasnameya hemû Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîma berê ya Baas ji wan hatibû standin û ji mafê herî sereke ku mafê hemwelatîbûn e hatin bêbeşkirin, bidin wan.

‘HETA NIHA KURDÊN FEYLÎ NIKARIN BI SERBESTÎ BEHSA NASNAMEYA XWE BIKIN’

Seidiye Farûq Mûsa behsa rolê Kurdên Feylî ya di civakê de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Kurdên Feylî di hemû bûyer û pêşketinên civaka Iraqê û civaka Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) de xwedî roleke çalak bûye û tevlê bûye. Ji ber tirs û zexta zêde ya yek bi yekê rejîmên Iraqê, beşek ji jinên Kurd ên Feylî ji ber bi darê zorê tevlibûna nava Ereb û Tirkmenan zimanên xwe guhertine, ji ber ku rewşa Kurdên Feylî li navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê ji ya Kerkûkê cuda ye. Heta niha nikarin bi serbestî behsa nasnameya xwe bikin. Me hewl da ku Kurdên Feylî bi ziman û nasnameya xwe nas bikin.”