'Kurdan û HDP'ê li Tirkiyeyê derî li demokratîkbûnê vekirin'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed têkilî encamên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û got, "Hilbijêrên Kurd û HDP'ê deriyê demokratîkbûnê heta dawiyê li Tirkiyê vekirin."

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed encamên hilbijartina 31'ê Adarê, ya li Kurdistanê û Tirkiyê nirxand.

Amed got, her çendî niha li gelek deveran îtîraz hebin jî hilbijartin temam bûye, hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê faşîzm hatiye têkbirin. Amed her wiha got, ji hêla hêzên demokrasiyê ve divê ev hilbijartin weke hilbijartineke serketî were dîtin.

'DI REWŞEKE FAŞÎST DE HILBIJARTIN HATIN KIRIN'

Amed têkilî atmosfera pêvajoya hilbijartinê got, "Ne bi rewşeke demokratîk xebatên hilbijartinê hatin kirin, di rewşeke faşîst de hatin kirin. Bi zextên faşîstî hate xwestin ku azad,ya hilbijartinê û tercîhkirinê ji dest gel were standin. Bi zextê, bi rêbazên psîkolojîk û şerê taybet di serî de bi ser gelê Kurdistanê de, bi ser gelên Tirkiyê de çûn. Tifaqa AKP-MHP'ê ji bo ku dengan ji xwe re bibe xwest ku bi zorê, bi barbarî bide qebûlkirin. Helbet, têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Kurdan a demokrasiyê destûra vê neda."

'AQILÊ HERÎ STRATEJÎK BÛ YÊ HDP'Ê'

Amed bal kişande ser stratejiya HDP'ê, got, "stratejiyeke pir wêrek bû" û ev stratejî bi temamî bi ser ketiye. Amed got, "Aqilekî rast û mezin bû ku da ber xwe bi bloka faşîst a AKP-MHP'ê bide windakirin û bi paş were xistin. Vî aqilî, weke ku di encamên hilbijartinê de jî xuya kirî, bi pêşengiya HDP'ê serkeftineke mezin bi dest hêzên demokrasî û azadiyê ve aniye. Ji encaman jî diyar dibe, HDP'ê stratejiya hilbijartinê baş diyar kiriye, bi tenikî plana wê hatiye danîn û bi hostatî bi cih anî û ji vê jî pir bi ser ket. Ji bo vê jî dixwazim pîroz bikim."

Amed bi domdarî got, encamên hilbijartina 31'ê Adarê li Tirkiyê serdemeke nû daye destpêkirin û xwest ku hêzên demokrasiyê û muxalefet vê baş bi kar bîne. Amed domand, "Em bi rehetî dikarin vê bibêjin, aqilê herî stratejîk ê dema hilbijartinê bû aqilê HDP'ê. Ne rehet e êdî wiha li ser piyan bimîne û desthilata xwe bi domdirêjî bidomîne."

Amed diyar kir, piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê bi civakê re li dijî hilbijartinan nebaweriyek çêbûye û serkeftina mezin a hilbijartina 31'ê Adarê têkbirina vê psîkolojiyê ye, vê bi gelên Tirkiyê re wêrekî û baweriyeke mezin çêkiriye. Amed got, "Fikra ku bi têkoşînê li dijî faşîzmê mirov dikare bi ser bikeve ji bo gelên Tirkiyê serkeftineke mezin e.

Xaleke dî ya girîng ew e ku pergalên faşîst ti caran ne heta hetayê ne. Faşîst Erdogan û Bahçelî bi operasyona çêkirina têgihiştinê bi lîstik, dek û dolab û gefan xwestin ku xwe mîna hêzeke mitleq nîşan bidin. Ti hêz ne mitleq e û bi têkoşînê mirov dikare bi ser bikeve. Vê rasteqiniyê, têgihiştina "AKP nikare were têkbirin, bi rengekî wê bi dest bixe" li bin guhê hev xistiye û di têkoşîna dijî faşîzmê de bi xwe bawerî xurt kiriye."

ŞAREDARIYÊN LI SER SÎNOR

Amed li ser polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê got, "Nexasim li herêma Botanê ya bi navenda Şirnexê, li ser xeta sînor a Rihayê bi konsepta şer, ji bo ku bi dest bixin, li ser rawestiyan. Dijmin, ji dek û dolab û zextên her demê zêdetir, bi çarçoweya Plana Çokşikandinê berê xwe daye van deran û li van deran hin encam derketine holê. Propaganda dikin bê ka li Kurdistanê çendî serketî ne. Encama ku li Şirnexê derketî holê, ji bo ku bibêjin dewlet bi taybetî li Kurdistanê çendî serketî ye, hatiye dizaynkirin. Heke Şirnex bi rewşa sirûştî bihata hiştin, AKP çendî hîle bikira jî bi ser nediket."

Amed polîtîkayên dewleta Tirk ên salên 90'î yên li ser Şirnexê bi bîr xist û got, ew baş pê dizanin ku wê demê dixwestin Şirnexê bikin biryargeha navendî ya şer û bi vê konsepta taybet a şer, Şirnex kirin bajar.

Amed bi bîr xist ku Şirnex, Çelê, Êlkê, Şemzînan, Qileban û hwd. Herêmên gerîla ne, bêyî ku bibêjin havîn û zivistan e bi teknîka şer li gel ku bi ser van deveran de çûne jî bi ser neketine, her roj bi tonan bombe birine qada Başûr, êrîş li ser hev anîne lê dîsa jî nekarîne ku vîna gerîla bişkînin û diyar kir, bi êrîşa li ser jîgehên sînorên qada gerîla, bi dek û dolaban bi bidesxistina hilbijartinê dixwaze siûda xwe biceribîne.

Amed wiha domand: "Şirnex, Dihê, Şemzînan mekanên wiha ku têkoşîna azadiyê lê geş bûye. Qadên wiha û binkeyên sereke yên gerîla ne ku têkoşîna çekdarî lê dest pê kiriye. Giringiya van deran a siyasî û leşkerî jî tê zanîn. Di hilbijartineke normal de heke ev der bihatana standin helbet ev ê bibûya windakiyeke mezin lê her kes baş pê dizane ku ev der hatine desteserkirin."

DI PERGALA AKP-MHP'Ê DE GÊDÛKÊN MEZIN HATIN VEKIRIN

Amed têkilî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî slav li Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê kir, Zulkuf, Ayten, Medya, ku çalakiyên fedayî kiribûn bi bîr anî û diyar kir ew bejna xwe li ber wan ditewîne û got, "Lê divê neyê jibîrkirin ku çalakî rêxistinî bin dikarin encamên xurt bi xwe re bînin."

Amed got,"Polîtîkaya sereke ya faşîzma AKP-MHP'ê dijminatiya li Kurdan e. Em vê jî herî zelal di rastiya Imraliyê de, di polîtîkayên tecrîdê de yên li ser Rêber Apo dibînin. Tecrîda mitleq a li ser Rêbertî, pergala êşkenceyê, siyaseta wiha ye ku mirinê şanî Kurdan dikin û dixwazin wê bi tayê bixin."

Amed diyar kir bi çalakiya greva birçîbûnê re cara pêşî ye ku pergala êşkenceyê ya Imraliyê ya li derveyî hiqûq û wijdan û exlaq ya li ser Ocalan, bi vê astê ketiye rojeva raya giştî ya navnetewî û got, "Asteke girîng derxiste holê. Heta ku mirov li dijî tecrîda li ser Rêberî dderkeve, mirov nikare têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bide. Di rewşeke wiha de yak u têkoşîna dijî tecrîdê kirî navenda xwe û bi berxwedaniyeke karîger pêvajoya hilbijartinê pêk hat. Vê berxwedanê gêdûkên mezin di pergala faşîst a AKP-MHP'ê de çêkirin. Derxiste holê bê ka çendî dijminên azadî, demokrasî û mirovahiyê ne. Vê berxwedana bêhempa ya giştî têkoşîna azadî û demokrasiyê anî ber qonaxeke dî".

Amed wiha domand, "Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hejijand. Biryardarî û wêrekiya ku li dijî faşîzmê têbikoşin da her kesî. Lê asê bû ku bi hîs, raman û giyên derbê li faşîzmê bixin û lê asê bû ku faşîzmê têk bibin. Heke di ve hilbijartinê de em behsê dikin ku desthilata faşîst a AKP'ê hatiye paşxistin, qelskirin, têkbirin, ev encameke atmosfera berxwedanê ye. Kurd bi berxwedanê ketin hilbijartinê. Hem bi pêngava "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" berxwedaniyeke mezin tê kirin, hem jî me tevger û gel hilbijartin bi çarçoweya berxwedana giştî ya li dijî êrîşan nirxand û hewl da rê ve bibin. Ji bo vê jî divê were dîtin encama ku derketî holê, berhemeke mezin a berxwedana bi lehengî ya li dijî faşîzmê ye û divê ji vê moralekî mezin were standin."

TI HÊZ BÊYÎ KURDAN NIKARE TIRKIYÊ RÊ VE BIBE

Amed got, "Kurdan û hilbijêrên HDP'ê deriyê demokratîkbûnê heta dawiyê li Tirkiyê vekirin. Hem bi têkoşîna ku giştî dayî û hem jî bi helwesta ku di hilbijartinê de nîşan dayî, derfet da derdorên demokratîk ku ji faşîzmê xilas bibin û delîveyên mezin ava kir. Her kesî dît ku di encamê de dengên HDP'ê diyarker bûn. Stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê û helwesta wê, kiriye ku HDP li Tirkiyê xurtir bibe.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerî Amed bi domdarî got, bi vê hilbijartinê re derketiye holê ku yekîtiya gelan hêzê dide, wan digihîne hev, hişmendiya yekreng parçe dike, qels dike. Amed diyar kir Kurd tim li gel yekîtiya gelan in, Kurd li her deverê bi hişmendiya jiyana hevpar nêz bûne, ev helwest bi dest mirovhiyê xistine û domand, "Ev hişmendî û fêhmkirin hişmendî û fêhmkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk e. Mifteya sereke ya serkeftina hilbijartina niha, xeta modernîteya demokratîk, hişmendî û fêhmkirina wê ye.

Xaleke dî ya girîng jî ew e ku heza ku dixwaze Tirkiyê rê ve bibe, bi têkiliya xwe ya bi Kurdan re wê diyar bibe bê ka dikare rê ve bibe yan na."