'Kurd û Azeriyên li Îdirê jî dibêjin NA'
Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa got, wan piraniya karê xwe yê li bajêr qedandine û êdî li benda roja referandûmê ne.
Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa got, wan piraniya karê xwe yê li bajêr qedandine û êdî li benda roja referandûmê ne.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Îdirê xwe ji bo roja referandûmê amade dikin. Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa li ser amadekariyên xwe ji ANF'ê re axivî û diyar kir, wan piraniya karê xwe yê li bajêr qedandine û êdî li benda roja referandûmê ne.
'BI RÊYA KEYAYAN ZEXTÊ DIKIN'
Safa bal kişand ser zext û zordariya li wan tê kirin, ku ji roja destpêkirina karê referandûmê heta niha dewam dikin û anî ziman, li Îdirê bi taybetî bi rêya keyayan zext li wan tê kirin. Safa got, "AKP hêza burokratîk a di destê xwe de bi kar tîne. Sazî û derfetên dewletê ji bo dengê 'erê' seferber dike. Keyayan dixin civînan û gefa 'wê keyatiya we ji dest biçe' li wan dixwin. Ji ber ku baş dizanin wê dengekî xurt e NA ji Îdirê bilind bibe, zext û zordariyê dikin."
'KURD JÎ AZERÎ JÎ DIBÊJIN NA'
Hevserok Safa destnîşan kir, kuk ji helwesta mezhebîparêz a AKP'ê aciz in û wiha dewam kir: "Azeriyên Şîa, ku pê hesiyan AKP bi rengekî mezhebî tevdigere, ji vê polîtîkayê aciz in. Polîtîkaya mezhebî ya Sûnî ya AKP'ê tê zanîn û teşhîr bûye. Li vê derê 2 qenalên televîzyonê yên herêmî yên Azeriyan hain girtin. Mafê Azeriyên Şîa tê binpêkirin. Ev yek jî rê li ber hêrsê vedike. Wekî din, di guhertina destûra bingehîn de cih ji etnîk û baweriyên cuda re nehatiye dayîn. Yek milet, yek ziman, yek bawerî, yek mezheb tê ferzkirin. Di referandûmê de bi taybetî Azeriyên Şîa dibêjin NA. Helwesta Kurdan ji xwe diyar e. Bajarên hatin şewitandin û hilweşandin, şaredariyên hatin desteserkirin, bi dehan hilbijartî û siyasetmedarên hatin girtin. Kurd ji bo dengê NA bidin, bi sedan sedemên wan hene. Lewma ji sedî 70 wê ji Îdirê dengê NA derkeve."
AMADEKARÎ LI BER QEDANDINÊ NE
Safa anî ziman, amadekariyên wan ên ji bo roja referandûmê dewam dikin û ew êdî derbasî qonaxa dawî bûne. Safa got, "Serdanên me yên li gund û taxan dewam dikin. Tenê cihekî biçûk maye ku em neçûnê. Me xwe gihand her kesî. Cihên ku me xwe negihandinê, di nava rojek du rojan de em ê xwe bigihînin. Serdanên me dewam dikin. Em li stantan jî agahiyê didin gel. Gelek mirovên ji Îdirê hene ku derketine derveyî bajêr. Ji bo em wan bînin, amadekariyên me roja Pêncşemê diqedin. Di vî warî de em bi navenda xwe re di nava koordîneyê de dixebitin."
Safa her wiha destnîşan kir, ku wan li dijî dek û dolaban û binpêkirinan, amadekariyên xwe kirine û tedbîrên xwe girtin.
'BIÇIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN'
Hevserok Hasan Safa bang li şêniyên Îdirê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Li dijî kesên ku gelê Kurd nas nakin, mafên gelê Kurd ewle nakin û xwe nadin ber çareseriyê, wê bersiveke gelê Kurd hebe. Ew bersiv jî dengê NA ye. Di vê referandûmê de dengdan li ser siberoja me tê kirin. Heta niha dibe ku dengê xwe dabe partiyên din, lê belê ev referandûma li ser destûra bingehîn cuda ye. Ev kar cidî ye. Vegera ji vê, zehmet e. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku biçin ser sindoqan dengê xwe bidin."