Kurapê Ekincî: Leşkeran li me reşand!
Hacî Ekîncî, Kurapê Vedat Ekincî, yê ku leşkerên Tirk ew kuştibûn got,''Leşkeran li me reşand. Vedat mir, lingê birayê wî jî şikandin''.
Hacî Ekîncî, Kurapê Vedat Ekincî, yê ku leşkerên Tirk ew kuştibûn got,''Leşkeran li me reşand. Vedat mir, lingê birayê wî jî şikandin''.
Hacî Ekîncî, kurapê Vedat Ekîncî yê 14 salî ku li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê bi guleyên leşkerên Tirk hatî kuştin got, Vedat Ekîncî, li gel birayê xwe yê mezin Burhannetîn Ekîncî, bi komeke ji 3 kesan pêk dihat li çeklekên xwe digeriyan.
'PÊŞIYA ME GIRTIN Û LI ME REŞANDIN'
Ekîncî yê ku ji Euronewsê re axivî got, dema ku ew nêzî sînor bûn komeke leşkeran rêya wan girtine. Ekîncî got hespên wan ji tirsan reviyane, leşker ji 20 metroyan nêzî wan li wan reşandine, dema ku li wan reşandine jî gule li pişta Vedat Ekîncî dane û ew kuştine.
Hacî Ekîncî her wiha got leşkeran lingê birayê Ekîncî, Burhanettîn Ekîncî jî şikandine.
Yine bir Roboski mi?
— Ömer Faruk Gergerlioğlu (@gergerliogluof) August 2, 2019
Çatışmaların devamı bu topraklara acı,kan,gözyaşından başka bir şey getirmeyecek...
Bu sefer de sınır ticareti yapan bir 14 y bir çocuk kurban olmuş
Kimlik ayırmaksızın ölüme karşı çıkalım
'Senin ölün,benim ölün' deme!
Ateşi söndürpic.twitter.com/k2sDSCnF5X