Kûnûr: Gelê me wê bi hilbijartinê bersiva qeyûman bide

Hevşaredarê Cizîrê ku bi Qeyûm hatibû desteserkirin, Kadîr Kûnûr got: “’Wê gelê me di hilbijartinan de bersiv bide polîtîkayên qirêj ên dewletê.”

Kadîr Kûnûr ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk hatî de bi rêjeya ji sedî 97’an hatibû hilbijartin, piştî du salan li ser peywirê mayî, Çileya 2016’an ji aliyê wezareta karê hundir ve ji peywirê hatibû girtin. Weke tevahiya şaredariyên DBP’yî piştî ku Kûnûr ji peywirê hat girtin li şûna wî Qeyûm hatibû erkdarkirin. Kûnûr di derbarê hilbijartinên herêmî de ku wê 2019’an pêk bên  ji ANF’ê re axivî û got ku cuda û zirav nêzikî vê hilbijartinê dibin.

Kûnûr anî ziman ku di van 3 salên dawî de li hemberî partiya wan pêvajoyeke tasfiyeyê tê meşandin û li her derê dewlet dest datîne li ser destkeftiyên wan. Kûnûr di berdewama nirxandinên xwe de got: “Lê belê amadekariyên ku em ji bo vê hilbijartinê bikin, wê li hemberî zext û pêkanîn 3 salên dawî yên li ser partiya me bibin bersiv. Çawa ku gelê me di hilbijartina referandûmê ya 16’ê Nîsanê û hilbijartinên parlementeriyê de xwedî derket, di vê hilbijartinê de jî wê bi awayekî eşkere bersiv bide van polîtîkayên qirêj. Bi desteserkirinan nikarin dest deynin li ser vîna gelê me û wê nekarin rêveberiyê herêmî ji destê me bigirin.”

'WÊ POLÎTIKAYÊN TASFİYEYÊ BÊN VALADERXISTIN'

Kûnûr anî ziman ku mînakên vê pêvajoyê di dîrokê de jî dikarin bên dîtin û got “Sala 1925'an jî li hemberî Kurd û demokrasîxwazan plana islahkirina Şerqê derxistin. Niha jî bi heman awayî li hemberî yên demokrasî, aştî, yekîtî û bihevrebûnê dixwazin, tasfiyeyê didin ferzkirin. Dixwazin pergaleke ku ji yek netewe, yek bawerî û yek zimanî pêk tê saz bikin û bi rê ve bibin. Em nehêlin ku ev partî bên ser desthilatê. Em eşkere dibêjin ku wê gelê me bersiv bide van kiryara. Wê gelê me van polîtîkayên tasfiyeyê vala derxe.

'EM Ê LI HEMBERÎ HEMÛ ZEHMETIYAN AMADE BIN'

Kûnûr bal kişand li ser tengasî û astengiyan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zehmetî û astengî çi dibin bila bibin, wê amedekariyên me hebin û em ê li hemberî wan têbikoşin. Ev qeyûmê li şûna şaredariyan hatî erkdarkirin, li hemberî çand, ziman û vîna gelê me hatin hatin erkdarkirin. Lê ji bo ku bi riya qeyûman şaredariyên gel desteser kirin me dev ji têkoşînê berneda. Em ê bi hilbijartinan dîsa şaredariyan ji dest qeyûman derînin. Polîtîkaya qeyûman tu carî encam negirtiye û nagire jî.”