Koordînasyona Komalên Ciwan Baran Mawa bi bîr anî

Koordînasyona Komalên Ciwan Alî Oncu (Baran Mawa) ku 7'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wê sekna têkoşînê ya fermandarê ciwanan Şehîd Baran Mawa bi ser bixînin.

Di daxuyaniyê de di şexsê Mawa de şehîdên Tîrmehê û têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn.

Koordînasyona Komalên Ciwan ragihand, ku Baran Mawa ji destpêka pêvajoya ku têkoşîn nas kir û pê ve bi rol û mîsyona pêşengiyê berpirsyariyên xwe bi cih anî û bi bi sekna xwe ya bi biryar di nava tevgera ciwanan de li refên pêş têkoşiya.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Baran Mawa piştre berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, li her qadê bi coş û kelecaneke mezin têkoşiya û di dema destpêkê ya Şoreşa Rojava ve li gelek qadên Rojava kar kir, bi ruhê şoreşê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk anî.

Her wiha hate destnîşankirin ku Baran Mawa demeke dirêj tevlî karên rêveberiya Tevgera Ciwanan bû û di berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an de bû xwedî kedeke mezin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Baran Mawa di her demê û qadê de hewl da bi biryardariyeke mezin di asta pêşengiyê de tevlî pêvajoyê bibe û hate bi bîrxistin ku 7'ê Tîrmeha 2018'an li qada Feraşînê tevlî karwanê şehîdan bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalê Baran bi kesayetî, sekn û meşa xwe ya têkoşînê bû fermandarê pêşeng ji ciwanên Kurdistanê re. Lewma divê ciwanên Kurdistanê hevrê Baran nas bikin, fêhm bikin û ji xwe re weke kesayetekî mînak bibînin. Şoreşa me ya azadiyê ku mîrateya Şehîd Baran bi hezaran Baranan dewr wergirt wê teqez bi ser bikeve."