BI DÎMEN

Konvoya 6 şehîdên Şengalê bi rê ket

Cenazeyên 4 şervanên YBŞ/YJŞ, endamekî Asayîşa Êzdîxanê û gerîlayek HPG’ê ku li Xanesorê di êrîşa komên çete yên girêdayî PDK’ê de şehîd bûn, ber bi Çiyayê Şengalê ve derxistin rê.

Cenazeyên gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sinan), şervanên YBŞ’ê Elyas Xelef Îsa Xidir (Çiya Zerdeşt), Zuleyha Sarialtun (Tekoşîn Serhed), Xidir Meto Quto (Şoreş Sîba) û Feysel Xelef Nepsa Dirbo (Arif Tilqesep), endamê Asayîşa Êzdîxanê Selam Elî Mixebir (Amed Şengalî), ji gundê Xelef derxistin rê. 

Cenazeyên 6 têkoşeran di van kêliyan de ji gundê Xelef ê Xanesorê hatin wergirtin û bi karwanek wesayîtan ber bi Çiyayê Şengalê ve derxistin rê. Di nava vê konvoyê de rêveber û nûnerên saziyên Şengalê jî cihê xwe girtin. Her wiha alên YBŞ/YJŞ, wêneyên şehîdan hatin vekirin. Cenaze wê li gorî wecîbeyên olî destpêkê bibin malbatan û piştre jî li Goristana Pakrewanan a Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Çiyayê Şengalê bên veşartin.