Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn: Divê dawî li polîtîkayên qirkirinê yên AKP-MHP'ê bê

Meclisa Netewî ya Bethnahrînê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, bang li gelê Bethnehrîn û raya giştî ya cîhanê kir ku ji bo rawestandina şerê wêrankirinê bertekên xwe nîşan bidin.

 

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrîn ku dengê gelê Suryan e, diyar kir ku bi plan û xeyalên Osmanîbûnê re pêlek mezin a êrîşan li dijî gelan hatiye destpêkirin û got, "Pêwîst e polîtîkaya qirkirinê ya AKP-MHP'ê bê rawestandin."

Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kir.

Daxuyaniya ku di bin navê Desteya Serokatiya Meclisa Neteweyî ya Bethnahrînê de hat dayîn wiha ye:

“Hikûmetên Komara Tirkiyeyê li ser bingeha polîtîkaya Împaratoriya Osmanî û stratejiya îmha-înkar a Komîteya Îttîhad û Terakkîyê, bi her awayî tinekirina gelan ji xwe re dikin armanc. Ev polîtîkaya şîdetê bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî heta roja îro didome. Bi taybetî di salên 90’î de bi hezaran cînayetên kiryar nediyar hatin kirin, hewl hat dayîn ku civak bi tevahî bê tirsandin û desteserkirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan Asûrî hatin qetilkirin û gelek cih bi operasyonên leşkerî li hundir û derveyî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin.

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, plan û xeyalên Osmanî ketine meriyetê. Bi tifaqa AKP-MHP’ê re rêveberiyeke antîdemokratîk û faşîst hat avakirin, li hemberî gel û mûxalefetê pêlek mezin a êrîşan hat destpêkirin. Êrîşên dagirkerî û wêrankirinê ji Lîbyayê heta Qerebaxê zêde bûn. Li Sûriye û Iraqê gelek herêm hatin dagirkirin û li wir baregehên leşkerî hatin avakirin. Bi taybetî li herêmên Behdînan, Kanîmasî û Garê gelek gundên gelê me ji ber bomberdûmanên dijwar hatin rûxandin û valakirin. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê re, komkujiyên mezin hatin kirin û bi sed hezaran mirov neçar man malên xwe biterikînin. Di vî şerê wêrankirinê de gelê Siryanî, Asûrî, Kildanî û Aramî derbên giran xwarin. Ji ber ku gundên gelê me yên herêma Xabûrê her roj rastî êrîşên çekdarî û bomberdûmanên hewayî yên artêşa Tirk û çeteyên wê tên.

Desthilatdariya nîjadperest a AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne pêla êrîşan zêdetir belav kir. Di 17’ê Nîsana 2022’an de herêma Kurdistana Iraqê ji bo dagirkirina Zap, Avaşîn, Şengal û Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi şerê topyekûn kir. Dema ku çavê hemû cîhanê li şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê ye, desthilatdariya AKP-MHP'ê ji vê derdorê sûd werdigire û hewl dide vîna gelan bişkîne û dînamîkên berxwedanê têk bibe. Hikûmetên ku hatin ser desthilatdariyê di dîroka Komara Tirkiyeyê de bi tundî, asîmîlekirin û bicihkirinê polîtîkaya tinekirina li ser gelê Asûrî û gelên din ên herêmê meşandin.

Weke Meclîsa Neteweyî ya Bethnahrînê, em vê polîtîkaya şer û zîhniyeta AKP-MHP'ê ji bo gelên herêmê, nirxên demokratîk, azadiyan û ji ber vê yekê mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdike, bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bang li gelê xwe û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo rawestandina vî şerê îmhayê bi çalakiyên demokratîk bertekên xwe nîşan bidin.”