Kongreya TUHAY-DER a Wanê. Em ê tecrîdê rakin

TUHAY-DER a Wanê kongreya xwe ya yekemîn a asayî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç li kongreyê axivî û got, wê bi gel re tecrîdê bikişînin.

Komeleya Piştgitiya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) kongreya xwe ya yekemîn a asayî pêk anî. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên KCD, ÎHD, TÎHV, Çev-Der û rêxistinên DPB û HDP'ê yên navçeyan tevlî kongreyê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Wanê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî peyamek ji kongreyê re şand.

Endamê dîwanê Çetîn Ûyar diyar kir ku kiyarên heyî yên li girtîgehan dişibin ên Esat Okay Yildiran. Ûyar bi taybetî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku bala xwe li ser mijarê be.

'EM Ê TEVÎ GELÊ XWE TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî diyar kir Kurd li her derê dibin hedefa zext û komkujiyan. Sarisaç got, polîtîkayên zext û şîdetê herî zêde li girtîgehan tê kirin û mafên herî însanî jî ji girtiyan tên stendin. Sarisaç bi dewamî got, "Birêz Ocalan li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Nepêkan e ku em vê qebûl bikin. Em ê tevî gelê xwe vê tecrîdê biqedînin."

DESTEYA RÊVEBER

Piştî axaftinan bi lîsteyekê hilbijartin hate kirin û Onder Sogûkbûlak, Saîme Yilmaz, Fevzî Can, Nûrhayat Aydin, Şevket Tûcî, Husnu Urgun, Levent Kûrt, Abdulkerîm Demîroz, Bahattîn Balka, Çetîn Togay, Seyhan Seven, Mehmet Melet, Ercan Ozbîlek û Nevzat Nîhal ji bo rêveberiya saziyê hatin hilbijartin.

Hevserokên TUHAY-DER'ê jî wê di civîna desteya rêveber de bên hilbijartin.