Kongreya Star û PYD'ê li Silêmaniyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Kongreya Star û PYD bi tevlîbûna Kurdistaniyan bi çandina şitlan Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Mîna her deverê Kurd lê bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her derê pîrozbahî tên kirin.

Li Silêmanî jî bi heman armancê Kongreya Star û PYD bi tevlîbûna Kurdistaniyan 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina dar û şitlan pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre jî welatiyan şitlên darên zeytûnan çandin.

Piştre jî Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Lêma Şwêş axivî û 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ocalan yekan e kese ku pirsa Kurd û gelên herêmê çareser bike. Divê di serî de jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê tim li qadan bin."

Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govend û qîrkirina dirûşman dawî bû.