Kongreya PADÊ'yê dest pê kir

Kongreya 3'yan a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi tevlêbûna 150 delegeyî dest pê kir.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Kongreya xwe ya 3'yan li dar dixe. Kongre li Komelgeha Dugirê ya Şengalê bi dirûşmeya, "Bi ruhê bidawîkirina fermanan em ê rêxistina xwe xurt bikin" dest pê kir.

Kongre ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi hilbijartina dîwanê dom kir.

Li gorî rêziknameya partiyê, pêwîst bû ku 300 delege tevlî kongreyê bibin, lê li ser hişyariya komisyona hilbijartinê ya Iraqê, ji ber şertên virûsa Koronayê tenê 150 delege tevlî bûn.

Piştî rêzgirtinê destpêkê Serokê Giştî yê PADÊ Emer Salih axivî. Emer Salih bibîr xist ku wan wekî partiyek siyasî ya Êzidiyan her tim hewl dane daxwazên gelê Êzidî bînin rojevê, her wiha ji bo wê têkoşiyane, ku xweseriya Şengalê were naskirin.

Salih destnîşan kir ku dijî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin jî, ew di warê dîplomatîk û pêwendiyan de hewl didin daxwazên Şengalê ragihînin cihên pêwendîdar.

Li pey axaftina Emer Salih rapora xebatê ya 2 salan a PADÊ hat xwendin.

Kongre bi axaftin û xwendina peyaman didome.

Di kongreyê de wê guhertinên di rêziknameya partiyê de jî werin xwendin û erêkirin.

Kongreya ku wê heta êvarê dom bike, wê bi hilbijartina serokê partiya û meclîsa partiyê bidawî bibe.