Gelê Binarê Qendîl li ser pêkhatina kongeya neteweyî û yekîtiya Kurdan, ji ANF'ê re axivîn. Şêniyan bal kişandin ser girîngiya kongreya neteweyî û gotin, "Eger kongreya neteweyî pêk were, wê hêzên dagirker nema karibin destdirêjî û zêdegaviyê li Kurdan bikin."
YEKÎTIYA KURDAN WÊ BIBE MERTALEK LI PÊŞIYA KIRYARÊN DAGIRKERAN
Ciwanê bi navê Ehmed Mihemed, ku ji gundê Bergirkê yê Qendîlê ye, bal kişand ser xebatên KNK'ê û got, "Di roja îro de, xebateke berfireh ji bo yekîtiya mala Kurdî tê meşandin. Ji bo pêkhatina kongreya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin tê dayin. Ev yek jî cihê dil xweşiyê ye. Nebûna yek hêz a Kurdan hêz û komnebûna Kurdan di bin sîwana kongerya neteweyî de, bû sedem ku dagirkerên Tirk bi awayekî kêfî, kengî û çawa bixwazin balafirên xwe yên şer rakin û bombeyan li me bibarînin, welat û axa me dagir bike. Ji ber vê yekê, yekîtiya gelê Kurd girîng e. Divê Kurd xwedî hevsengiyekê bin, qet nebe bibe mertalek li hemberî kiryarên dewleta Tirk. Ez hêvîdarim gelê Kurd êdî bibe xwedî helwestek hevbeş li hemberî planên dagirkeriyê."
Ehmed Mihemed işaret bi rola ciwanên Kurd kir, banga yekîtiyê li ciwanan kir û got, "Bi taybetî ciwanên Kurd divê bingeha nîqaş û guftugoyan hîna jî xurtir bikin. Di vê mijarê de bi taybetî bang li Ciwanên Tevgera Azad a Kurdistanê dikim; divê pêşengiyê ji vî karî re bikin û dest bi serdana hemû Ciwanên Kurd bikin. Çi yên komaleyan bin, çi yê tevgeran bin ango partiyan bin."
YEKÎTIYA JINÊN KURD TÊ WATEYA YEKÎTIYA KURDAN
Jina ciwan a bi navê Selwa Alî ya ji gundê Kûzînê ye, li ser kongreya neteweyî wiha axivî: "Yekîtiya Kurdan encax bi yekîtiya jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha bi azadkirina wan pêk bê. Divê ewilî jinên Kurdan yekîtiya xwe pêk bînin û bikaribin xwe bi her awayî îfade bikin. Hê jî hin jin nikarin nêrîna xwe bi hêsanî bînin ziman. Ji ber vê yekîtiya jinên Kurd tê wateya yekîtiya Kurdan. Ev yekîtî wê dawî li kiryarên zalimane yê dijminên Kurdan bîne.
EGER KURD YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNE, TI HÊZA ZALIM NIKARE LI PÊŞBERÎ KURDAN ZÊDEGAVIYÊ BIKE
Jina Kurd Eyşe Mihemed, ku ji xelkê Binarê Qendîlê ye, hêviya xwe ya ji bo yekîtiya Kurdan anî ziman û got; "Ez hêvîdarim Kurd yek girtîbin. Eger gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike ti dewlet û hêzên zalimane û dagirker nikarin li hemberî gelê Kurd zêdegavî û destdirêjiyê bikin."