Kongreya HDP’ê ya Çewlikê: Ev desthilatarî dijminê Kurdan e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya HDP’ê ya Çewlikê de got “Ev desthilatdarî dijminatiya Kurdan dike.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlikê 4’emîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan a bajêr hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, endamên Meclîsa Partiyê, rêveberên HDP’ê yên Dêrsim û Xarpêtê û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn. Aydemîr, diyar kir ku tevî polîtîkayên zext û zordariyê jî HDP têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl da bi ‘plana têkbirinê’ têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibin. Di vê çarçoveyê de jî parlamenter, hevserok û hevşaredarên me girtin. Vîna gelê me tune hesibandin û qeyûm tayîn kirin. Lê bi ser neketin. Bi kongreya xwe me careke din nîşan da ku gelê me dev ji têkoşîna xwe bernade.” 

DIVÊ TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BI DAWÎ BIBE

Bi domdarî Aydemîr bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest ku di zûtirin dem de bên berdan. Aydemîr, bi domdarî qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Navnîşana aştiyeke birûmet, birêz Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Weke birêz Ocalan berê gotibû; ‘heke destûrê bidin ez dikarim di nava hefteyekê de aştiyê pêk bînim.’ Lewma divê tecrîda heyî di zûtirin dem de bi dawî bibe.” 

‘TÊKOŞÎNA QAZÎ MIHEMED LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIDOME’ 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di serî de 75’emîn salvegera bidarvekirina damezirînerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed bi bîr xist û bi rêzdarî bi bîr anî. Di berdewamê de Ozturk wiha got: “Têkoşîna ku Qazî Mihemed dabû destpêkirin, niha li çar parçeyên Kurdistanê berdewam e. Dê têkoşîna wî heta serkeftinê jî bidome.” 

Ozturk, daxuyand ku zîhniyeta ku Kurdan tune dihesibîne û Kurdan weke dijmin dibîne, ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê hewl dide bi rola “qasidê aştiyê” rabe û wiha pê de çû: “Tayyîp Erdogan ê ku bi kîn û nefretê nêzî Kurdistanê dibe, niha bûye qasidê aştiyê. Peyva aştiyê jî qirêjî dikin. Li Amedê cêwiyên 5 salî destgîr kirin û şopa tiliyên wan girtin. Zîhniyeta wan ev e. Feraseta wan a aştiyê ev e.” 

Bi domdarî Ozturk, desthilatdariya AKP-MHP’ê weke “dijminên çand û erdnîgariya Kurdan” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dev ji vê feraseta xwe ya qirêjî û berjewendîperest berdin. Li rexekî dê her zilmê bikin lê li rexa din jî xwe weke qasidên aştiyê nîşan bidin. Dê encamek ji vê polîtîkaya berjewendîperest dernekeve. Gelê me li qadên Newrozê bersiva pêwîst da. Gelê me her wiha bersiv da muxalefetê jî. Dê werî Amedê bibêjî; ‘Rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe’ lê dê serokê te yê şaredariyê li Konseya Ewropayê qeyûman biparêze. Hele li vê durûtiyê binêrin. Heta ku hûn ev ji vê polîtîkayê bernedin dê mîna AKP-MHP’ê winda bikin. Di vê têkoşîna de serkeftin dê para me be ji ber ku em têkoşîna azadiyê didin.” 

‘AZADÎ JI OCALAN RE’

Herî dawî jî Ozturk ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke girîng e û nabe ku bi qurbanî hilbijartinan bê kirin. Heta xwe gihandin vê rojê gelê Kurd ev bi sedan sala ye berdêl dide. Heke îdiayeke muxalefetê ya ji bo çareserkirinê hebe, wê demê bila gavên şênber biavêjin. Dibêjin dê li Meclisê çareser bikin lê cihê rasteqîn ê çareseriyê, birêz Ocalan e ku ev 23 sal in di tecrîdê tê ragirtin. Ev tecrîd, di tu hiqûqê de nîne. Derheqê vê mijarê de yek gotinekî nakin lê dibêjin em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin. Gelê Kurd di pîrozbahiyên Newrozê ya îsal de rasterast azadiya Ocalan xwestin. Gelê me li qadên Newrozê bersiva zelal dan bê ka navnîşana çareseriyê ku der e. Jiyaneke birûmet, bi birêz Ocalan pêkan e.” 

Piştî axaftinan jî hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinan de Feyzûllah Seyhanoglu û Mîhrîban Ekîncî weke hevserokên HDP’a Çewlikê hatin hilbijartin.