Kongra Star êrîşa li ser Şengalê şermezar kir
Koordînasyona Kongra Star êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şermezar kir.
Koordînasyona Kongra Star êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şermezar kir.
Balafira bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara Sinûnê bomberan kir.
Koordînasyona Kongra Star der barê êrîşê de daxuyaniyek da.
Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li dîroka faşîzma Osmanî sûcên şer ên komkujî, sûcên şer û binpêkirin zêde dibin.”
Koordînasyonê diyar kir ku dewleta Tirk tevahî rêbaz û siyasetên zextê li dijî Herêmên Parastina Medyayê û qadên têkoşînê bi rêve dibe û got: “Ev ne êrîşa yekemîn e, beriya wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî serdestiya welatên cîran hat binpêkirin.”
Koordînasyona Kongra Star bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan, erka xwe bicih bînin.