KONGRA GEL: Têkoşîna sala 23'an a li dijî komployê wê diyarker be

"Ev pêvajo, pêvajoya têkçûna rejîma faşîst a dewleta Tirk e. Eger gelên Kurdistanê û dostên me xwe rast rêxistin bikin û bi ruhê serketinê seferber bibin, em ê faşîzmê têk bibin, azadiya Rêber Apo û ya gelê xwe jî dest bixin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, ji ber salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em di 22'emîn salvegera komploya navneteweyî de hêzên komploger bi tundî şermezar dikin. Hêzên komploger ji niha ve di rûpelên reş ên dîroka mirovahiya pêşketî de cihê xwe girtin." 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku hêzên komploger ji bo berjewendiyên dewletên xwe, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelên Kurdistanê bikin qurban û hate gotin, "Lê belê di destpêka komployê de bi berxwedana gel û tevgera me, bi taybetî ya hevalên fedayî bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', ku li dora Rêber Apo bûn mertalek ji agir, Rêberê xwe parastin û komploya bêbext pûç kirin."

KONGRA GEL bi vê wesîleyê, di şexsê Halît Oral de şehîdên fedayî û şehîdên pêvajoya komployê bi rêzdarî bi bîr anî û soza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û gelên Kurdistanê dubare kir.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bi pêşengtiya Brîtanya bi destê hin welatên Ewropayê di şerê cîhanê ya 1’emîn de Kurdistan wek cografya û gel hate parçekirin û li Rojhilata Navîn bê heq û bê statu, di dorpêça komkujiyê de teslîmê çar dewletên dagirker kirin. Gelê Kurdistanê ji bo azadiya xwe li hemberî dagirkeran gelek caran serî hilda. Lê belê welatên Ewropayê nexwestin ku ew statuya şerê cîhanê ya 1’emîn bê guhertin. Li hemberî daxwazên gelê Kurd her tim bi taybetî jî alîkariya dewleta Tirk kirin. Bi siyasetên dewletên dagirker, gelê Kurd hat helandin, hat parçekirin û di hemû beşên jiyanê de hat bêhêzkirin.

Li hemberî vê siyaseta dewletên kapîtalîst û emperyal û dewletên dagirker ên li Kurdistanê, bi pêşengtiya Rêber Apo gelên Kurdistanê di hemû beşên jiyanê de xwe bi rêxistin kirin û dorpêça komkujiyê şikandin û li ser vê bingehê jî li Rojhilata Navîn tevazûneke nû ava kirin.

Ji ber vê yekê ye ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî bû hedefa hêzên kapîtalîst û emperyal. Wan xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo Tevgera Azadiyê têk bibin û pergala xwe ya li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn dewam bikin. Lê belê Rêber Apo bi berxwedana xwe, konsepta komployê pûç kir û bi 'Paradigmaya Azadiyê' jî tekoşîna xwe li hemû cîhanê belav kir.

Ji bo gelên Kurdistanê û dostên me xala herî girîng ew e ku komploya navneteweyî li ser vî esasî pêwîst e rast bê fêmkirin. Komplo encam negirtiye, ji ber vê yekê jî pergala faşîst a dewleta Tirk di bin kriz û kaoseke mezin de ye. Ne ku ji ber hêza xwe, ji bo ku têk neçe bi hemû derfetên xwe êrişî gel û Tevgera Azadiyê dike û li ser Rêber Apo jî tecrîdeke pir giran dimeşîne.

'PÊVAJO PÊVAJOYA TÊKÇÛNA REJÎMA FAŞÎST A DEWLETA TIRK E'

Ev pêvajo, pêvajoya têkçûna rejîma faşîst a dewleta Tirk e. Eger gelên Kurdistanê û dostên me xwe rast rêxistin bikin û bi ruhê serketine seferber bibin, em ê faşîzmê têk bibin, azadiya Rêber Apo û ya gelê xwe jî dest bixin.

Ji ber vê yekê ye ku Tevgera Azadiyê pêngava 'Dema Azadiyê' da destpêkirinê. Ev pêngav bersiva vê pêvajoyê ye, her tişt ji bo azadiya Rêber Apo ye. Em bi vê wesîlê berxwedanên zindanan silav dikin. Çalakiyên li çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ên ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandinê em tevayî bi rêzgirtin silav dikin.

BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI ÇALAKIYAN

Di navbera yekê Sibatê heta 15’ê Sibatê ji bo protestokirina komploya navneteweyî bi plansaziyeke dewlemend xebateke berfireh tê meşandinê. Ji bo rêkirina Neteweyên Yekbuyî (NY), li ciyê gel û xebatên me heye kampanya îmza ya azadiya Rêber Apo tê meşandinê. Li hemû deveran de tevlêbûna çalakiyan pir girîng e. Divê herkes di vê mijarê de xwe berpirsyar bibîne, tevlî çalakî û xebatên herêma xwe bibe. 

'TÊKOŞÎNA SALA 23'AN WÊ REWŞA AZADIYA RÊBER APO Û GELÊN KURDISTANÊ DIYAR BIKE'

Di vê pêvajoya stratejîk de têkoşîna me ya sala 23’emîn ya dijî komployê, wê rewşa azadiya Rêber Apo, rewşa gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, diyar bike. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ji bo herkesî yek hedef hebe û gor wî xwe plan bike û bixebite; ew jî azadiya Rêber Apo ye. Çûnkî azadiya Rêber Apo, azadiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e. 

Berxwedana Rêber Apo û ya gel û Tevgera me, krîza giran a dijminê faşîst, pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo me derfetên serketinê pêşkêş dike. Em ê têkoşîna dijî komployê ya sala 23’emîn li ser vî esasî bimeşînin.

Em di tekoşîna dijî komploya nawneteweyî ya sala 23’emîn de, gelên Kurdistanê û dostên xwe re serketinê dixwazin."