KONGRA GEL ji bo piştgiriya civakî bang kir

Hevserokatiya KONGRA GEL, ji ber erdheja li Kurdistanê rû da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de ji bo piştgiriya civakî bang hate kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Rehma Xwedê li mirovên jiyana xwe ji dest dane be, bila serê malbatan û tevahiya gelê me sax be. Ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Êşa gelê me êşa me ye.

Erdhejê hem li Rojhilat hem jî li Başûrê Kurdistanê rê li ber hilweşîneke giran vekir. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo alîkariyê bi gelê me yê li herêmên erdhejê bikin, seferber bibin. Di demên bi vî rengî yên zor û zehmet de pêwîstiya gelê me yê karesat bi serê wan ve hat, bi alîkariya lezgîn a madî û manewî heye.

Divê ti mirovê me li derve û birçî nemîne. Divê hewcedarî namerdan nemîne. Bi piştgiriya civakî divê em êş û birînên erdhejê bipêçin. Em pê bawerin ku gelê me yê welatparêz wê di vî warî de bi fedakarî rabe. Em êşên ku ji ber karesata erdhejê rû dane parve dikin."