KONGRA Gel Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Bi daxuyaniyekê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber APO, têkoşerên azadiyê û li gelê Kurd re pîroz be."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Dewleta Tirk ji bo hebûna gelê Kurd tune bike, bi tevayî derfetên xwe seferber kir, lê belê encam negirt. Siyaseta rejîma faşist a AKP û MHP’ê ya têkbirina gelê Kurd, bi berxwedana Rêber APO, bi berxwedana têkoşerên azadiyê û bi berxwedana gelê Kurd ve têk çû. 

Zimanê kurdî bi berxwedana kurdên azad, bi têkoşîna dayîkên Kurd, zarokên Kurd, xwendekarên Kurd û bi giştî xwedî derketina gelê Kurd ê bi avayekî azad jiyan bike."

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî hate kirin û hate gotin, "Em xebatên ji bo perwerdeya zimanê dayîkê ya li Rojavayê Kurdistanê bi dil û can silav dikin. Ji tecrubeyên şoreşa Rojava ya herî sereke yek jî perwerdeya zimanê dayikê ye. Encamên vê wê tesîrê li ser hemû parçeyên Kurdistanê bike.

Gelê Kurd û hemû sazî û dezgehên Kurdistanî, pêwîste bi awayekî germ li Cejna Zimanê Kurdî lê xwedî derkevin. Ji ber ku ziman nasname ye, ziman hebûn û nebûna gelê me ye."

Di dewama daxuyaniya KONGRA GEL de hate gotin, "Têkoşîna azadiya gelê me di qonaxa çareseriyê de ye. Di vê qonaxê de xaleke herî girîng perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Ji ber ku pêşketina ziman, li gel xwe çareseriyê jî ferz dike. Di vê çarçovê de pêwîste ku her Kurd berpirsyariya xwe bizanibe û zimanê dayîka xwe lê xwedî derkeve.

Li Kurdistanê û li derveyî welat roleke mezin dikeve li ser milên sazî û dezgehên Kurdistanî û bi taybetî jî li ser ragihandina kurdî. Pêwîste ku di ragihandinê de li ser perwerdeya zimanê kurdî bernameyên pir dewlemend her tim bê amadekirin.

Di roja 9'ê Gulana 2010'an de, ji ber nasnameyên xwe 4 kurdên pêşengên azadiyê, 4 mamostayên Kurd, mamoste Ferzad Kemanger, mamoste Ferhad Wekîlî, mamoste Elî Heyderiyan û Şîrîn Elemhûlî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin. Daxwazî û wasiyeta mamoste Ferzad Kemanger a dawî ew bû ku destûr bê dayîn dilê wî di bedena zarokeke Kurd de jiyan bike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo me hemûyan wezîfeyeke pîroz e ku bi xebatên perwerdeya zimanê Kurdî, dilê heval mamoste Ferzad Kemanger û yên hevalên wî û dilê hemû têkoşerên azadiyê, di dilê zarokên Kurdistanê de em heta hetayî bidin jiyankirinê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin perwerdeya zimanê Kurdî xebata me ya herî bingehîn û pîroz e. Em bi vî awayî dikarin bibin bersiva şehîdên xwe.

Li ser vî esasî em car din 'Cejna Zimanê Kurdî' ya gelê Kurd bi dil û can pîroz dikin û xebatên ji bo zimanê dayikê re serketinê dixwazin."