KONGRA-GEL: Cejna Qurbanê Pîroz be

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê pîroz kir.

Peyama Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL a li ser Cejna Qurbanê wiha ye:

"Cejna Qurbanê li igelê Kurdistanê û Alema Îslamê pîroz be. Em cejna Rêber Apo, girtiyên zindanan, şervanên azadiyê û dayîkên şehîdan pîroz dikin.

Rêber Apo, girtiyên azadiyê, şervanên azadiyê û bi giştî gelê me, em Cejna Qurbanê di bin êrişên dewletên dagirker, bi taybetî jî êrişên dewleta Tirk de pêşwazî dikin. Her der bûye qada şer. Tecrîda li ser Rêber Apo şer e. Li hemberî tecrîdê, zulm û zora dewletê berxwedana girtiyên azadiyê şer e. Tevahî qadên şervanên azadiyê şer e. Dewleta Tirk bi giştî li Kurdistanê û derveyî welat ji bo destketî û nirxên gelê Kurdistanê têk bibe, bi hemû derfetên xwe şer dike. Emerîka, Yekitiya Ewropa û NATO li hemberî komkujiya gelên Kurdistanê bêdengin û alîkariya dewleta Tirk dikin.

Lê belê rexmê ew qas alîkarî digre jî di şer de rewşa dewleta Tirk xirabe, di şer de xitimiye, nikare bi pêş ve biçe. Ji ber vê yekê jî dixwaze di nav Kurdan de şer û parçebûn çêbike, moralê gel û gerîla xira bike û li ser vî esasî jî encam bigre.

Li qada Îmraliyê de dewlet bi ser neket, Rêber Apo bi berxwedaneke dîrokî plan û konsepta dewletê serûbin kir. Berxwedanên zindanan bi ruhê 14’ê Tîrmehê ji destpêkê heta roja îro bi serketî dewam dike. Li qada gerîla nûbûn û pêşketinên bêemsal heye. Ji bo têkbirina faşîzmê, li qada gel jî pêwîstiya hemleyeke mezin heye. Eger berxwedana gel û gerîla hev temam bike, pergala faşîzmê wê têk biçe.

Ji bo ku em bikaribin ruhê hemleya demê ava bikin û bersiva gerîla bidin, ev Cejna Qurbanê ji bo me derfeteke mezin e. Pêwîste di pîrozbahiyên cejnê de mijara me ya sereke ew bibe ku li hemberî neyarê gelê Kurd, em ruhê yekîtî û serketinê ava bikin. Planên Erdogan û Bahçelî yên ku dixwazin hebûna Kurdên azad bi giştî tune bikin, pêwîste em di nav gel de teşhîr û mehkûm bikin. Li hemberî dijminên gelê Kurd, ruhê hemla serketinê bi hêz bikin.

Pêwîst e em hevkariya dijmin a bi her awayî heram bikin, hevkariya dijmin ji bo Kurd bibe xeta sor. Li hemberî vî dijminê sextekar û derewîn kîna gelê xwe bilind bikin û bi ruhê seferberiyê bixebitin, ji dijmin tola xwe bistînin. Em bi gelê xwe baş bidin fêmkirin ku eger qada gel bikaribe bi ruhê seferberiyê bersiva gerîla bide, ev pêvajo wê bibe têkçûna pergala faşîzmê û di hemû parçeyên Kurdistanê de wê bibe wesîla demokrasî û azadiya gelê me.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe re serketinê dixwazin, car din Cejna Qurbanê ya gelê xwe pîroz dikin, hêvî dikin ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê."