KONGRA-GEL: Bêdengî mirin e, tê wateya şirîkatiya îxanetê

KONGRA-GEL li hemberî êrişên dagirker daxuyanî da û got “Li hemberî îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger divê têkoşîn were kirin. Divê tu kes bêdeng nemîne, bêdengî mirin e, bêdengî tê wateya şirîkatiya îxanetê.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Piştî ku Mesrûr Barzanî çû serdana Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kir, dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên berfireh da destpêkirin. Dewleta Tirk par jî li Garê, Metîna, Zap û Avaşînê derbên giran xwaribû û amadekariya vê êrişê dikir. Di vê pêvajoyê de piştî hevdîtinên ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi Erdogan re kirin, daxuyanî dan çapemeniyê û bi zelalî hate diyarkirin ku di hevdîtina de mijara sereke operasyona li hemberî PKK’ê ye.

Ev êriş ji êrişên berê cihêtir e. Di vê êrişê de helîkopter û êrişên ji bejahiyê ji baregehên dewleta Tirk hatine kirin û tevgera PDK’ê jî gelekî zêde bûye. Li gorî agahiyên ku me ji herêmê stendine, leşkerên Tirk bi cilên pêşmergeyan Kurêjahro di serî de sewqî qadên şer tên kirin.

Ji bo gelê Kurdistanê û siyaseta wê, rewşeke gelekî girîng li pêşberî me ye, êdî divê em rast pênase bikin. Bi vê êrişê de derket holê ku PDK bi dewleta Tirk hatiye girêdan. Berê jî ji ber tirsa ji raya giştî, li pişt perdeyan tevî dewleta Tirk siyaseta xwe dimeşand. Lê piştgiriya wisa ji ber ku têr nake dewleta Tirk li hemberî gerîlayhan bi ser bikeve, ji ber vê êdî tevî dewleta Tirk tevdigerin. Di dîroka mirovatiyê de navê vê têkiliyê îxanet e. 

Kîjan hêz û partî heke bi dewleta Tirk a faşîst re bibe yek û li hemberî tevgera siyasî ya Kurdan şer bike û xizmetê ji dijmin re bike, navê vî tiştî îxanet e. Ji bo ku ev îxanet were parçekirin û avêtin, rêxistinên civakî yên sivîl di serî de, divê hemû gelê me di vê pêvajoyê de cih bigirin. Wê dîrok helwesta van kesan a di vê pêvajoyê de bide ber pirsan. Em hêvîdar in her kes bi helwesteke bi rûmet vê pêvajoyê pêşwazî bike û ji dîrokê re bibe bersiv.

PDK JI DEWLETA TIRK RE CERDEVANTIYÊ DIKE

Dewleta Tirk 50 sal in nikare li hemberî Rêber Apo, PKK û gerîlayan re şer bike û ji bo xwe ji krîza kûr a li hemberî têkoşîna me rizgar bike, bûye mixtacê PDK’ê. PDK vê rewşa ku dewleta Tirk tê de ye divê ji bo gelê Kurd bi kar bianiya, lê ew berjewendiyên xwe yên ekonomîk û siyasî dike esas, ji dewleta Tirk a cerdevantiyê û cehştiyê dike.

Şerê ku dewleta Tirk a faşîst û mêtinger li hemberî gerîla dike, li dijî tunekirina hemû nirx û destkeftiyên neteweyî û civakî yên gelê Kurd e. Ji ber vê li aliyekî şer dewleta Tirk û nokerê wê PDK û li aliyê din jî gerîlayên ku nirxên azadiyê û destkeftiya wê temsîl dikin hene.

BÊDENGÎ TÊ WATEYA ŞIRÎKATIYA ÎXANETÊ

Gelê me, partiyên siyasî, ronakbîr, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û hemû dostên me divê li hemberî îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger têbikoşin. Divê tu kes bêdeng nemîne, bêdengî mirin e, bêdengî tê wateya şirîkatiya îxanetê.

Bi hilweşandina faşîzma dewleta Tirk re wê dîwarê ku polîtîkaya îxanetê xwe spartiye wê jî hilweşe. Ev ji bo yekîtiya civakî û neteweyî, ji bo pêşeroja azad û demokratîk jî wê bibe destpêkeke nû. Ji bo vê divê gelê me li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî li her dera ku lê ye xwe biparêze û li ser vî esasî di her qada jiyanê de xwe rêxistin bike.

EM BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ JÎ SILAV DIKIN

Em berxwedana gelê Şengalê ya ku li dijî artêşa Iraqê jî silav dikin. Di vê pêvajoyê de berxwedaneke gel a mînak derxistin holê. Tu hêz nikare berxwedana gelekî ya topyekun bide sekinandin. Hemû gelê me dikarin ji berxwedana gelê Şengalê tecrubeyan bistînin. Dewleta Tirk û PDK ji ser artêşa Iraqê dixwaze destkeftiyên gelê Şengalê ji holê rake. Berpirsên dîwarê şermê yê di navbera Şengal û Rojava de jî ew in. Wê li hemberî têkoşîna rewa û bi heq a gelê Şengalê tu carî bi ser nekevin.

Îro cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî ye, em ji dil vê cejnê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya yekîtî û hevgirtina civaka Êzidî. Em êrişa ku artêşa Iraqê beriya cejnê kiriye bi tundî şermezar dikin. Em bawer in wê gelê Şengalê ya ku li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dane, li hemberî tu zextan û êrişan jî stûyê xwe xwar neke.”