Konferansa Naskirina Hewraman di roja duyemîn de ye

Konferansa 1. a Naskirina Hewraman, ku li Helebceyê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.

Îro wê mijarên, Hewraman kî ne, dîroka wan, zimanê wan werin nîqaşkirin. 

Nîqaşên roja 2. wê bi 3 panelan pêk werin. Bernameya roja 2. a konferansa Hewraman wiha ye;

Rûniştina Sibehê

Panela danasîna Hewramanî. Mijar wê ji hêla Mehdî Seccadî ve were raberkirin.
Hewramanî zimanekî cihê ye. (Ji Rojhilatê Kurdistanê Sabah Cebarî)
Sedema ku Hewramanî di perwerdehiyê de nayê bikaranîn.
Di geşedana neteweyî û avakirina yekîtiya neteweyî de bikaranîna zimanê dayikê. (Ji Rojhilatê Kurdistanê Rifat Muradî)
Mîmar-muhendisya Hawraman. (Şivan Musazade, ji Rojhilatê Kurdistanê)

Piştî Nîvro

Baweriya dînî ya Hewraman –Tayîp Tahirî Kakayî
Bandora nebûna medyaya Hewramanî (di çapemeniya Kurd de nebûna cihê Hawramanan)
Li Hewraman wêje – Adil Mihemed Pur –Rojhilatê Kurdistanê.