Konferansa Şaredariya Şengalê dest pê kir

Konferansa Şaredariya Şengalê ya 1’emîn li Şengalê dest pê kir.

Yekemîn Konferansa Şaredariya Şengalê di derdora saet 10.00’an de li qada Laleş a navçeya Xanesorê, bi beşdariya 200 delege û mêvanan dest pê kir. Ji derveyî endamên şaredariyên herêman, nûnerên saziyên Şengalê amade ne.

Salona konferansê bi wêneyên şehîdên Êzîdxanê hatiye xemilandin û pankarta, ‘Ev konferans diyarî ye ji bo Mam Zekî Şengalî’ hatiye nivîsîn.

Axaftina destpêkirina konferansê ji aliyê hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ve hate kirin. Hecî konferansê li gelê Şengalê pîroz kir û da zanîn ku ev bibe destpêkek ji bo mezinkirina xebatên şaredariyê li Şengalê.

Hisên Hecî rexne li hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê jî kir ku ti xizmetek ji bo Şengalê nakin û alîkarî ji bo xizmetên seretayî yên Şengalê nadin û got, “Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Şengalê bi hev dikevin, lê dema mijar tê xizmetkirinê herdu alî jî ti karek nakin û xwe bêdeng dikin.”

Konferansa ku wê heya derdora saet 16.00’ê êvarê biajo, bi axaftinan dewam dike.

Şaredariya Şengalê ya girêdayî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji sala 2015’an ve hatiye damezrandin. Yekem navenda xwe li kampa Serdeştê ya li çiyayê Şengalê vekir. Şaredarî wê demê bi derfetên kêm hewl dida pêwîstiyên welatiyên di kampê de dabîn bike. Piştî rizgarbûna tevahî Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê û arambûna herêmê gel jî vegeriyan nava Şengalê. Ji ber vê paşê xwe li gundê Borik, Guhbel, Zorava, Dugir, Xanesor, Duhla û navenda Şengalê jî rêxistin kir û şaxên xwe vekir. Niha 170 endamên şaredariyên Şengalê hene. Ji bo koçberên vegeriyane Şengalê xebatên dabînkirina av, bicihbûn û paqijkirina herêmê ji bermahiyên şer xebat meşandiye. Her wiha rêyên ku çeteyên DAIŞ’ê xirap kirine careke din çêdikin û niha jî xebatên şaredariyan yên ji bo avadankirina Şengalê didome.