Konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê di roja 80'î de ye

Li Şengalê konê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan, di roja 80'î de ye.

Di şexsê Asayîşa Êzidxanê de çalakiyên Şengaliyan ên ji bo xwedîderketina li Rêveberiya Xweser a Şengalê dewam dikin.

Konê ku bi vê armancê li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan di roja 80'î de ye.

Îro jî li gelek gund, bajarok û komalgehên Şengalê gelek kes li binê kon li hev civiyan.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê.

Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina lihevkirina navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve, xelkê Şengalê li ser piyan e û xwedî li saziyên xwe derdikevin.