Konê berxwedanê yê li Şengalê di roja 70'î de ye

Xelkê Şengalê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê kon li ber navenda asayîşê vedaye, 70 roj in li ber xwe dide.

Xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina lihevkirina rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û vir ve ji bo xwedîderketina li saziyên xwe yên rêveberî û parastinê li ser piyan e.

Yek ji van çalakiyan jî li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê ye ku weke konê berxwedanê tê binavkirin.

Çalakiya ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" dest pê kir di roja 70'î de ye.

Xelkê Şengalê ku rojane ji gelek gund, bajarok û navçeyan serdana kon dikin, bi biryar in ku heta fermîbûna Asayîşa Êzidxanê berxwedana xwe dewam bike.