Konê berxwedanê yê Şengalê di roja 54'an de ye

Xelkê Şengalê ku li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê kon vedaye, 54 roj in li ber xwe dide û xwedî li asayîşa xwe derdikeve.

Xelkê Şengalê ku ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve li ser piyan e, bi biryardarî xwedî li sazî û hêzên xwe derdikeve.

Konê ku bi vê armancê li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan, di roja 54'an de ye.

Çalakî bi beşdariya nûnerên sazî û meclîsên Şengalê û şêniyên gund û navçeyên derdorê pêk tê.

Ji çalakgeran endamê Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê Sofyan Şengalî diyar kir ku çalakiya wan li dijî qanûnên Iraqê nîne, berevajî ew li gorî qanûnên Iraqê daxwaza xweseriya Şengalê dikin.

Ji çalakgeran endama Tevgera Jin ên Ciwan ên Şengalê Delal Şengalî jî destnîşan kir ku heta naskirina îradeya xweser a Şengalê wê li ber xwe bidin.