Komxebata Perwerdehiyê ya Rêveberiyên Herêmî dest pê kir

Komxebata Perwerdehiyê ya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir.

Bi tevlêbûna hevşaredarên HDP’ê Komxebata Perwerdehiyê ya Rêveberiyên Herêmî hate destpêkirin a ku wê ji 4’ê Tîrmehê heta 7’ê Tîrmehê bidome. Komxebat li Wanê hate destpêkirin û di du rojên pêşîn de wê hevşaredarên jin tevlî bibin. Di destpêkirina komxebatê de Hevşaredara Bajare Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivîn.

ERTAN: DESTHILATDARIYÊ JI TIRSAN QEYYÛM PEYWIRDAR KIR

Di komxebatê de Bedîa Ozgokçe Ertan got ku “Di 3 salên dawîn de modela rêveberiya herêmî ya ku xwe dispêre azadiya jinê bû hedef. Li ser hemû şaredariyên DBP’ê kayyûm hatin peywirdarkirin. Desthilatdariyê ji ber tirsê, qeyyûm peywirdar kir.

Em jî diyar dikin ku em ê hemû mekanîzmayan careke din ava bikin. Me dest bi avakirina saziyên xwe kir. Xebatên di warê de çandî de, me dîsa da destpêkirin. Piştgiriya gelê me, ji bo me referanseke mezin e.”

TAŞDEMÎR: ME BI 4 ŞAREDARÊN JIN DEST PÊ KIR, ÎRO BÛYE 102

Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî di destpêkirina komxebatê de got ku “Tecrubeya me ya rêveberiyên herêmî di sala 1999’an de dest pê kir û me qadeke cîddî ava kir. Di 99’an de me bi 4 şaredarên jin dest pê kir, di sala 2014’an de li 102 şaredariyan me modela hevşaredariyê pêk anî. Em dizanin di vê destkeftiyê de keda bi hezaran jinan heye. Danheva tevgera Kurd heye.”

‘BUDÇEYÊN ME TALAN KIRIN’

Budçeyên me yên şaredariyê talan kirin. Hemû derfetên şaredariyê ji bo jiyana xwe ya şexsî xerc kirin. Di heman demê de saziyên jinan kirin hedef. Ev jî li gorî polîtîkaya AKP’ê hate kirin. Ji ber vê polîtîkayê herî zêde jin û zarok mexdûr bûn. Li cihên ku qeyyûm hatin peywirdarkirin, îstîsmara zarokan û şîddeta li ser jinan zêde bû.

Lê li hemberî van êrîşên giran, em ê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin. Siyaseta Rêya Sêyemîn tê wateya avakirina demokrasiyê û jin pêşengiya vî tiştî bikin. Divê em mînakên şênber ên vî tiştî amade bikin. Em nûnerên gel, peywira me ya pêşîn ev e ku em vê têkoşînê bidomînin û tiştên pêwist bikin.”