Komxebata Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê dest pê kir

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê li Silêmanî dest pê kir.

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ya KNK’ê li otêla Hîgh Crest a li Silêmanî dest pê kir.

Komxebata ku ew ê du rojan bidome ji xeynî PDK’ê hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, beşên cihê yên civakî, rêxistinên sîvîl ên civakî, alimên olî û ronakbîr beşdar dibin.

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya ku KNK’ê di 15’ê Tîrmeha 2017’an de li Silêmaniyê li dar xistibû, nêzî 60 partiyên siyasî û ji sedî zêdetir rêxistinên sîvîl ên civakî beşdar bûbûn.

Di wê civînê de biryar hatibû dayîn ku komxebat werin lidarxistin û ji bo kongreya neteweyî bernamea were amadekirin. Di vê çarçoveyê de heta niha ji bo Kurdên li Rojava, Rojhilat û derveyî welat komxebat hatin lidarxistin.