Komxebata 100 salî ya Lozanê: Ji bo Kurd bigihêjin mafê xwe divê di qada navneteweyî de bê erêkirin

Panelîstên beşa duyemîn a Komxebata Sed Salî ya Lozanê di warê hiqûqî de bal kişandin ser Peymana Lozanê û destnîşan kirin ku bi hêz û yekrêziyê dikarin ji Lozanê serketî derkevin.

Panela duyem a Komxebata ‘Di Sed Saliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî’ bi axaftina Dr Şoreş Hesen û Stem Kamil berdewam dike. Panelîstan li ser Rehendên Hiqûqa pirsa Kurd li jêr siha peymana Lozanê de û piştî sedsal li dû Lozanê, Kurd li navbera derfet û nebûna stratejiyeke hevpar de axivîn.

Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî li Hola Emnesûreke li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan komxebatekê li dar dixe. Komxebata bi dirûşmeya ‘Di Sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî’ ku danê siharê dest pê kir, di van kêliyan de bi panela duyem dewam dike.

Di panela duyem de Mamostayê Zanîngehê Prof.Dr. Şoreş Hesen li ser ‘Rehendên Hiqûqa pirsa Kurd li jêr siha peymana Lozanê de’ û Mamoste Stem Kamîl jî li ser ‘Piştî Sedsal li dû Lozanê, Kurd li navbera derfet û nebûna stratejiyeke hevpar de’ axivîn.

Dr. Şoreş Hesen: Di peymana Sykes-Picot de mîratê Osmaniyan di navbera Brîtanya û Fransa de hat dabeşkirin. Piştre peymana Sevrê hat lidarxistin, di wê peymanê de hemû merc li ser Osmaniyan hat ferzkirin. Di wê peymanê de behsa avakirina dewletek Kurdan a li nava sinorên Tirkiye de hat kirin û hat gotin wê bi wî rengî pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ew yekem peyman e ku îtiraf bi mafên Kurdan tê kirin.

Lê Mistefa Kemal Ataturk peymana Sevrê qebûl nekir. Brîtanya û Fransa li gel ketin nava danûstandinan. Ji ber wê Peymana Lozanê hat lidarxistin û biryarên peymana Sevrê hatin betalkirin. Di peymana Lozanê de qet behsa Kurdan nehat kirin û wîlayeta Musil li ber Iraqê ket.

Ne Kurd ne jî Tirkiye nikare peymana Lozanê hilweşîne. Tenê hêz dikare hilweşîne. Hêz jî bi xwe rêxistinkirinê çêdibe. Lê me heta niha nekariye saziyek yasayî ava bikin da ku di peymanên ku behsa mafên netewan dikin de em amade bin.

Niha Erdogan dibêje wan mirinê nîşanî me da, ji ber wê em neçar bûn Lozanê qebûl bikin. Lê niha Tirkiye bi niyet e ku dagirkeriya xwe li Iraq û Suriye hîn berfirehtir bike. Niha ji bo Kurd bigihin mafên xwe pêwîstiya me bi pejirandina navdewletî heye. Ji bo wê divê bernameyek me ya stratejîk hebe da ku em xwedî bandor bin.

Stem Kamil: Gotûbêja dilovanî û tirsê serdest bûye, çandek wisa afirandiye ku Kurd baweriyê bi xwe û nasnameya xwe neynin. Hêz di têkiliyên navneteweyî de hukim dikin. Yê li dora mase nebe, dibe mijara li ser masê. Ji ber vê yekê eger em li dora masêyê nebin, wê bibîn mijara li ser maseyê, mîna tişta ku li Lozanê bi serê me Kurdan hatî.