‘Komploya 9’ê Cotmehê vala derket’

Gerîlayên HPG’ê û YJA Star ji bo salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û komplo şermezar kirin.

Gerîlayê HPG û YJA-Starê jî li ser Komploya nav dewletî hêst, raman û nirxandinên xwe bi ANF’ê re parvekirin.

Gerîlayê HPG’ê yê bi navê Mordem Gabar di destpêka axaftinên xwe de ev tişt got: “Ev komplo li ser hemû gelê Kurd û hemû gerîlayan pêk hatiye” û wiha pêde çû: “Komployek weke komploya 9’ê Cotmehê hovanê nîne. Bi hevkariye hemû dewletên faşîst komployek li ser Rêber Apo pêk hat. Ev komplo tenê ne li ser Serokatî hat pêk anîn. Ev komplo li ser hemû gelê Kurd û hemû gerîlayan pêk hatiye. Xwestin bi vê kompoyê gelê Kurd bi qirkirinê re derbas bikin. Ji ber ku em dizanin bi derketina Rêber Apo re hemû planên dewletên faşîst ên li ser gelê Kurd têk çûn. Bi vê komployê di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd û destkftiyên ku Rêber Apo avakiriye tine bikin. Lê belê girêdana gelê Kurd a bi Rêber Apo re xwe da nîşan, bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” me ev yek dît. Ji komployê şûndetir jî çalakiyên bi vî awayî domiyan. Heta ku Serokatî got; ‘Bila ciwanên Kurd laşên xwe neşewitînin, bila hêza xwe li hemberî dijmin bi kar bînin, bila vîna xwe biparêzin” çalakiyên xwe şewitandinê berdewam kirin. Lê belê me dît ku di dehan kesan li ser navê çalakiyên “hûn nikarin roja me tarî bikin” canên xwe bexşandin. Di cihanê de mînakê bi vêawayî nînin.”

‘DIXWAZIN KOMPLOYÊ BIDOMÎNIN’

Gerîlayê HPG’ê Mordem dewama axaftinên xwe de şehîdên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ canê xwe bexşandien bibîr anî û wiha pêde çû; “Cara yekem bû ku mirovan ji bo mirovekê din ji bo serokê xwe, ji bo hebûna gelê xwe canên xwe dibexînin. Hevkaran dîtin ku nikarin vîna gelê Kurd bi vî awayî têk bibin. Heger em bala xwe bidinê hêzên nav dewletî dixwazin vê komployê roja me ya îro bidomînin. Nexasim jî dewleta Tirk careke din dixwazin vê kompoyê bidomînin. Dewleta Tirk dibêje Kurd li kûderê bibe bila bibe ez wê êrîş bibim li ser wana. Mînaka vê yekê jî me li Efrîn û li ser xaka Başûrê Kurdistanê dît. Ti hêzên nav dewletî li hemberî vê yekê helwestên xwe diyar nakin. Ev jî tê wateya ku ew wana piştgiriya dewleta Tirk dikin. Bi bêdengiya xwe heya dawiya piştgiriya dewleta Tirk dikin. Ji ber ku wana gelê Kurd ji bo xwe xeterî dibînin. Lewma dixwazin komploya xwe bidomînin û gelê Kurd têk bibin. Lê em dibînin ku helwestên gelê me li ber çav in. Li beramber vê komployê çi pêwîst bibe jî gel amadeye pêk bîne. Bangawaziya me jî ew e ku gel li hemberî vê yekê deng û helwestên xwe gurtir bikin. Bi boneya vê rojê em şehîdên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bibîr tînin û komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin.”

‘XWESTIN TÊKOŞÎNA GALAN BIN BIXIN’


Gerîlaya YJA-Starê ya bi navê Sema Gabar jî ev tişt got: “Paradîgmaya Serokatî deng vedabû. Di dîrokê de pir gelên berxwedêr xwe dane pêş. Hêzên nav dewletî jî her tim xwestine têkoşînên gelan bin bixin û her tim biperçiqînin. Di vê hêlê de meha Cotmehê jî hem meha şoreşan e hem jî di vê mehê de berxwedanî pêşketine. Di meha Cotmehê de Che Guewara jî hatiye qetilkirin. Lewma ev meh bi zanebûn û bi plansazî hatiye hilbijartin. Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Serok Apo hatî kirin jî bi zanebûn bû. Di 6’ê Gulana 1996’an de jî li ser Serokatî kompoyek hat pêkanîn û wesayîtek hat teqandin. Lê belê Serokatî ev yek vala derxist. Di 9’ê Cotmehê de hêzên nav dewletî xwestin Serok Apo ji Sûrî derbixin û bi vî awayî tevgera azadiyê tine bikin. Lê ji ber ku paradîgmaya Serokatî hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê deng vedabû hêzên nav dewletî jî bi tirs bûn. Wê demê hem asta tevgera me ya azadî bilind bibû hem jî paradîgmaya Serokatî bibû malê cîhanê. Vê yekê jî bi hêzên nav dewletî re tirs avakir.”

‘KOMPLO VALA DERKET’

Gerîla Sema diyar kir ku “Bi vê komploye xwestin Serokatî tune bikin” û wiha dawî li axaftina xwe anî; Dibe ku Serokatî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûrî derketibe, lê belê ev komplo bi her awayî vala derket. Pêş dîtin û paradigmaya Seroakatî ev hêzên navdewletî vala derxist. Niha hemû cîhan li benda nirxandin û gotinên Serokatî ye. Pir kesan xwe ji bo Serokatî şewitand. Mînaka vê li ti deran nayê dîtin. Ev jî nîşaneye wê yekê ye ku komplo vala derketiye. Serokatî niha li Îmrali yê di nava berxwedaniyek pir mezin de ye. Lewma hêzên emperyal çi bikin bila bikin, tecrîda li ser Rêber Apo çi qas giran bikin bila bikin Serokatî bi berxwedaniya xwe vê komployê vala derdixe. Hêzên nav dewletî çiqas bixwazibin komployê bidomînin jî lê em dibînin Serokatî komplo vala derxist. Em dizanin ku em çiqas li ber xwe bidin û têbikoşin em ê ew qas tecrîde vala derbixin.”

 ‘SEROKATÎ MEJÎ EM JÎ BEDEN IN’

Gerîlayeke din ê HPG’ê Cevahîr Azadî jî di derbarê komploya 9’ê Cotmehê de ev nirxandin kirin; “Di dîrokê de cara yekemîn e Serokek weke Serok Apo yê ku mirateya mirovahiyê di xwe de kom kir derket. Ji ber wê hemû dewleten navdewletî hevkariya hevdu kirin. MOSSAD, FBI û saziyên dinê yên istkixbaratê dest dan hevdu û cara yekem komployê 9’ê Cotmehê destpê kir. Şehîdê “Hûn nikarin roja me tarî bikin” komplo hîs kir û xwest şiyarî bike. Çalakiya Halîl Oral jî bersiva li hemberî komployê bû. ji ber ku ne dikarîn qirkirina çandî li ser gelê Kurd bikin bi komploy li ser serokatî xwestin vê yekê temam bikin. Komplo bi giranî ji bo vê yekê pêş ket. Di vê komployê de tiliya hemû dewletan hebû. Xwestin bi vî şêweyê dawî li hebûna Kurdan bînin. Helwestên gelê me û gelê bindest ên li hemberî vê komployê nirxên pîroz bûn. Xwedî li Serok Apo derketin tiştekî pîroz bû. Armanca dijmin ew bû ku Seroakatî radest bigirin, lê belê Serokatî ji bilî azadiyê tu tişt nepejirand. Britanaya yê jî daxuyanî da û gotin PKK wê di hundirê 6 mehan de belav bibe. Lê belê hêz û helwesta Serok Apo rê neda ku ev yek pêk bê. Serokatî li gel van hemûyan jî tevger careke dinê komî li ser hev kir. Serokatî mej, em jî bedena wî ne ku kes nikare me ji hev qut bike. Em deqeyekê jî Serokatî li serê xwe dernaxin, ji ber ku ew yek ji bo me mirine. Soza me jî azadkirina gel û serokê me ye.”