'Komplo têrê nekir tecrîd dike, lê bi ser nakevin'

Xelkê Mexmûrê ku ji bo pûçkirina komploya navneteweyî tim li ber xwe dide, salvegera 22’an ya komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd û şervanên azadiyê komplo pûç kirin.

Di encama komploya navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve û li ser dîlgirtina di dîroka 15’ê Sibata 1998’an de jî 22 sal derbas bû. Gelê Kurd ji wê rojê û heta îro ji bo pûçkirina komployê têdikoşe.

Xelkê Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî ya (Mexmûr) jî ku di nav de cih digire ji roja yekem ve ji bo pûçkirina komplo û têkbirina wê tim li ber xwe da û têkoşiya.

Welatiyên Mexmûrê li ser komployê ji ajansa me re axivin.

‘PRADÎGMAYA RÊBER APO BÛYE GERDÛNÎ Û STATÛYA RÊBEREK CÎHANÎ GIRTIYE’

Hevseroka Saziya Malabatên Şehîdan a Mexmûrê Xantûr Kara bal kişand rola hêzên di nava komployê de cih girtine û got: “Komploya li ser Rêber Apo bi destê NATO, welatên Ewropa û DYE’yê pêk hat. Ev komplo di şexsê Rêbertiya me de li dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî pêk hat. Hêzên dagirker heman demê li dijî pradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêbertiya me pêk anî û pêşkêşî tevahî cîhanê kir, ji bo ev pradîgma bi cih neyê tim êrîşên xwe didomîne. Em xelkê Mexmûrê dikarin vê bêjin ku pradîgmaya Rêber Apo îro bûye gerdûnî, heman demê Rêbertiya me statûya Rêberekî gerdûnî bi dest ve hatiye.”

‘XWEDÎDERKETINA LI PÊNGAVA KCK’Ê XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO YE’

Kara anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di esareta 22 salan de berdêlên mezin da û destkefiyên mezin ji bo gelê Kurd bi dest xist û wiha pê de çû: “Bi saya Rêber Apo têkoşîna gelê Kurd belavî hemû cîhanê bû, di nava gel de tê qebûlkirin. Îro komploya li ser Rêber Apo veguheriye tecrîdekî girankirî. Ev tecrîd bi salan e didome û her diçe kûr dibe. Di roja îro de em dibînin li cîhanê gelek nerazîbûn derdikevin lê piranî bi gotinî dimîne. Gelê Kurd divê em ji keda Rêbertiya xwe re bibin bersiv. Em çiqasî ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ bibin bersiv em ê ewqasê ji bo Rêbertiya xwe jî bibin bersiv. Di tevahî dîrokê de gelê Kurd derfetên hatî pêşiyê sûd jê negirtiye û hatiye qetilkirin, lê îro fersendekî dîrokî li ber gelê Kurd e. Ji bo sibe em direng nemînin û têkoşîna xwe bilindtir bikin divê tevlî vê pêngavê bibin û piştgirî bikin.”

‘BI RÊBER APO Û PKK’Ê RE TARÎTIYA ROJHILATA NAVÎN RONÎ BÛ’

Hevserokê Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê Hadî Akêtî jî şehîdên meha Cotmehê bibîr anî û komploya navneteweyî şermezar kir. Akêtî diyar kir ku yek ji armancên komployê ew bû ku hêzên hegemon pêşiya gel bê girtin ku li ser rastiya netewa xwe jiyanek bidin afirandin û got: “Ji ber vê hêzên hegemon bi salan in gelek ol, bawerî, nîjand û çand ji holê rakirin. Bi derketina Rêber Apo û PKK’ê re li dijî herikîna tarî ya li Rojhilata Navîn bû ronahî. Bi vê derketinê re, li dorî gelê hejar kom bûn, kir ku hêviyên gelan ên winda bûne ji nû ve zindî bibin. Hêzên derve bi derketina Rêbertî re dîtin ku bandorek çiqasî mezin kir û dîsa sîstema wan serobin dike. Ji ber vê ji roja derketina tevgera Kurd ve li dijî vê ketin nava lêgerînan. Dema ku rewş wiha bû hêzên li dijî hev dijminên hev, li dijî Rêber Apo û PKK’ê bûn dost û dest bi êrîşan kirin. Yek ji sedemê din ku Rêber Apo bi xwe îfade kir û gotibû; ‘Sedemê komployê dostê sexte û hevrêtiya kêm bû’. Bi kinahî li pêşberî gelê Kurd hemû hêzên dinê aloziyên xwe dan aliyekê û bi hev re dest bi komployekê kirin.”

‘JI BO DAWÎKIRINA KOMPLOYÊ ERKA BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BI LAYÎQÎ BI CIH BÎNIN’

Akêtî bal kişand ser rola hêzên Kurdî ya di komployê de û ev nirxandin kir: “Di nava komployê de hêzên kurdî yên herêmî jî hebûn. Dema em lê dinêrin xiyaneta van pêkhateyan hê jî didomin. Di şexsê Rêber Apo de komplo hate pûçkirin û negihişte armancên xwe. Dir roja me ya îro de dixwazin komployê bi rêbazên cihê bidomînin, dîsa gelek hêz di nava vê de cih digirin. Em gelê Kurd ji bo azadiya Rêbertiya xwe û azadiya Kurdistanê di nava helwdanên mezin de ne ku erka dikeve ser milê xwe bilayîqî bi cih bînin.”

‘BI KOMPLOYÊ XWESTIN GEL Û RÊBERTÎ JI HEV QÛT BIKIN’

Endama Saziya Malbata Şehîdan a Mexmûrê Sarya Marînos destnîşan kir ku komplo li dijî hemû gelên hejar hatiye kirin. Marînos diyar kir ku dijmin her çendî xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng bike, dilsoziya gel a bi wî re qut jî bike lê bi ser neket û got: “Ji ber felsefe, rêya ku Rêber Apo hilbijartî rêya herî rast û dirûst bû. Berê jî gelek serhildan hatin kirin, lê ti serhildan bi qasî ya Rêbertiya me pêşxistî fireh û giştî nebû. Hêzên komploger vê ji bo xwe metirsî dîtin. Rêber Apo li gel wê yekê ye ku pirsa Kurd bi rêya aştî û demokratîkê çareser bike. Li gel vê jî hêzên komploger li dijî ramanên ku ne li gorî berjewendiyên xwe dîtin, rabûn.”

‘BI GIRTINA RÊBER APO RE WISA ZANÎ KU WÊ KURT SERÎ BITEWÎNIN Û TINE BIBIN, LÊ…’

Marînos anî ziman ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û radestkirina dewleta Tirk wisa zanîn ku wê Kurd bişkên, serî bitewînin û tine bibin lê berovajî bû û wiha pêde çû: “Piştî ramanên Rêber Apo û şûn de dijmin çi bikira jî wê nekarîba gelê Kurd weke berê bê ruh bihêle. Bi girtina Rêber Apo re bi dehan kesî xwe şewitand. Dijmin ev dît, ji bo wê heta roja îro komployê didomîne. Bi îlana pêngava KCK’ê re wê ji bo pûçkirina komploya li ser Rêbertiya me bibe bingeh. Deynê me tevan e ku em bi xurtî tevlî vê pêngavê bibin.”