Komplo, gava destpêkê û diyarker a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bû -16

Rêberê Gelê Kurd: Yek ji gava diyarker a bicihanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û ya destpêkê, operasyona li dijî min bû. Ecevît ne beleheq gotibû, 'Min qet fêhm nekir bê ka çima Ocalan teslîm kirin'.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya 129 rojan ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kirî û 15’ê Sibata 1999’an bi esaretê bidawî bûyî di pirtûka ‘’Parastinên DMME’yê de –Ji Dewletên Rahib ên Sumerê Ber Bi Komara Gel Ve’ û di parastina niviskî de ya Ji Dadgeha Cezayê ya Giran a Atîna re, ku 2003’an ew jê dihate darizandin, behs dikir.

Ocalan bi vî rengî dinirxîne: ‘’Mîxkirina min a bi zinarên Imraliyê ve, ji mîxkirina Prometheus ê di efsaneyê de, ya bi Çiyayên Kafkafyayê ve ne cihê bû, çi êş û hevşibîneke bikovan e ku ev jî ji hêla neviyên eynî Êzdayê Athena Zeûs ve hatibû kirin. Yek ji navendên bijarte yên şaristaniyê Moskowa, kêmasiyên xwe jî hebin, lîstîka bi alçaxî ya bêmînak ku bi milyonan li dijî sosylaîzmê dilîst, di meseleya min de jî bêyî ku şerm bike, ji bo yek du îhaleyan, ji bo kredîya IMF’ê ya çend milyaran, qet dudilî nedibû ku bi rengekî hê bêhtir neyê naskirin, bilîsta.

Li Romayê jî bi arênaya koledariya klasîk ji bo hesabên zirav ên kapîtalîzmê wê ti nirxên moral û hiqûqê nehate naskirin, bi terora psîkolojîk a ku mirov bawer nedikir, wê zor li min bikira ku şerê mezin ê rûmetê bidim û tişta hewce pêk bînim. Athena jî, tişta ku fahîşeya herî ketî jî wê newêriya û aqil nekira, baweriya bi navê dost bi rengekî herî bi alçaxî bi kar bianiya û ez weke paketê bişandama paytexta Kenyayê, diyarê yamyaman. Rûyê herî kone, herî êşkencekar, herî bêhîs û ji bilî mantiqa berjewendiyê nirx nedida ti tiştî yê şaristaniya sedsala 20’an, her deqeya ku dibihurî wê sûretê xwe bêhtir zelal bikira û ez di cihê xwe de cemidî bimama. Rastiya dijber ku refleksên min cemidand ev bû û ev rast bû.

Ên ku li benda helwesta cihê ne, heke rastiyê ji hemû hêlên xwe ve tênegihin û heta bi mêjiyê hestiyên xwe hîs nekin, nikarin encamên ramanî û moralî jê derxînin. Min qet ji qederê bawer nekir. Lê di çarmîxa hevçav de ku hêzên qederê ji min re fesilandibûn, bi tena sere xwe û bi bêdengiya gorekê ez ê bijiyama. Min ê lêdana herî dawî ya dilê xwe jî, piçika herî dawî ya hişê xwe jî, di ber mirovahiyê de bi kar bianiya, min ê ev wekî xawêna xwe û maneya xwe fêhm bikira û êdî ya bûyî bi sirûşta wê ve berdaya.

OPERASYONA HERÎ GIRÎNG A NATO’YÊ BÛ

Pêvajoya çar mehan a ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an bi rengekî derasayî bihurî bû. Ji bilî hegemona cîhanê DYE’yê ti hêzê nikarîbû ev operasyona çar mehan di vê pêvajoyê de rola hêzên şerê taybet ê Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) tenê ew bû ku ez bi balafirê, ku ew jî bi control, bibirana Imraliyê. Pêvajo bi teqezî pêvajoyeke wiha bû ku operasyona herî girîng a di dîroka NATO’yê de dihate bicihanîn. Ev hingî wiha aşkere bû, cihên ku mirov diçûyê, ti kesî nedikarî derketa helwesteke cihê.

Rûsyaya Mezin jî bi rengekî aşkere hate bêkêrkirin. Helwesta Yewnanan jixwe têrê dikir ku her tişt vegota. Tevdîrên ewlehiyê yên li hundir û derveyî mala ku ez li Romayê lê dimam têra xwe her tişt vedigot. Resenî radestbûnê tevdîrên derasayî hatibûn standin. Nehiştin ku gavekê jî ber bi derve bavêjim. Tîmên ewlehiyê yên taybet heta bi deriyê odeya min her dever 24 saetan control dikirin. Hikûmeta D’Alema hikûmeteke çepgir demokrat bû. D’Aleme bêtecrûbe bû, bi sere xwe nekarî ku biryar bistanda. Li hemû Ewropayê geriya. Ingilstanê got divê ew biryara xwe bide; kes li pişt nesekinî. Helwesta Brûkselê ne zelal bû. Dawiyê em hewaleyî darazê kirin. Ne pêkan bû ku di vê helwestê de bandora Gladîo nehata dîtin.

Jixwe Italya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê pir xurt bû. Berlusconî hemû hêzên xwe kiribû nav liv û tevgerê. Ew bixwe jî zilamê Gladîo bû. Ji ber ku min pê dizanîbû ku Itaya wê nikaribûya ez bixepandama bêgav mabûn ku veqetiyama. Helbet Tirkiye di ber vê de bûbû welatê ku DYE û Israîl pir bawerî pê dianîn lê bûbû welatê herî dûvik. Pêvajoya ku dihate gotin mîna şêtan dibe global, a rast ji wê çîrokê pê ve ku Tirkiye pêşkêşî kapîtalîzma fînansî dikirin, ne tiştekî dî bû. Senaryoyaya dagirkirina Iraqê jî hişk bi teslîmkirina min ve girêdayî bû. Dagirkerî bi eslê xwe bi operasyona ser min dest pê kiribû. Eynî tişt ji bo dagirkirina Efganîstanê jî wiha ye.

BI ARMANCEKE MEZIN Û STRATEJÎK BÛ

A rastir, yek ji gava kilît a Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (PRM) ya bicihanîna wê û operasyona pêşî ya li ser min bû. Ecevît ne beleheq gotibû,’’Min kir û nekir fêhm nekir bê ka çima Ocaln teslîm kirin.’’ Şerê Cîhanê yê Pêşî çawa bi kuştina Velîehdekî Ewûstûryayî ya bi destê milliyetgirekî Sirp dest pê kiribe, bi rengekî, ‘Şerê Cîhanê yê Sêyan’ jî bi operasyona li ser min dest pê kiribû. Ji bo ku mirov pêvajoya piştî operasyonê fêhm bike, dive mirov geşedanên beriya operasyonê û dema operasyonê xweş fêhm bike.

Serokê DYE’yê Clînton ji bo derxistina min a ji Sûriyê biaxive, carekê li Şamê, ya dî li Swîsreyê du caran bi Hafiz Esad re civîn danî, ku ji çar saetan zêdetir ajot. Hafiz Esad di wan hevdîtinan de hay ji giringiya pozîsyona min çêbû. Ji box we rastir dît ku li pêvajoyê berbelav bike. Ji bo demkî jî be, li ser mijara derketina min a ji Sûriyê ti daxwaz nekir. Weke hêmane baş a hevsengdanînê ya li dijî Tirkiyê dixwest ku heta dawiyê min binirxîne. Min jî zor li Sûriyê kir ku li dijî Tirkiyê bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min an jî rewşa min derfet nedida ku bi vê bi ser bixim.

Heke ez li Îranê bûma belkî jî tifaqeke stratejîk bibûya. Li ser vê mijarê jî min ji Îranê bawer nedikir; ji helwestên wan ê rêz û rêçikî vedikişiyam (Kuştina Simka û Qasimlo û komployên weke vê, daxistina Kralyê Medan Astîyages ê bi destê Harpagos- lîstikên çi qasî bi dûr ve diçûn. Lîderên Kurd ên Iraqê ku bi Clînton re têkildar bûn, hebûna min a li Sûriyê ji bo armancên xwe yên stratejîk rast nedidîtn. Ji ber ku Kurdistan û Kurd her ku diçû ji kontrola wan derdiket.

Ji bo berjewendiyên hegemonîk ên Rojava yên li Rojhilata Navîn û jib o ewlehiya Israîlê bi giringiyeke jiyanî didîtin. Bi çarçoweya van du hêzan ku bi ser wan ve lê di nav xwe de tim bi problem, parastina berjewendiyên xwe, polîtîkayeke têra xwe biaqil bû. Rabûna PKK’ê, ev lîstika hem dîrokî û hem jî xwedî kêrhatineke rojane xira dikir. Çêbûna derfeta çareserî û aştiyê ya 1993 û 1998’an dihate maneya bidawîbûna vê lîstikê. Ji ber vê, nehiştin çareseriyeke bi vî şêwazî çêbibe.

Suîkast û komployên mezin danîn. Derbeke stratejîk ya li lîstik û berjewendiyên hegemonîk ên van hêzan ên li Rojhilata Navîn bû, ku PKK Kurdan ji bin kontrola wan derxe, di serî de bi Tirkan re, bi civakên din re û bi dewletên din re wan li hev bîne. Ev xalên ku sedemên wan mirov dikare bi rengekî berfireh rêz bike, diçespîna bê ka çima komploya 1998’an ev qasî mezin û bi armanceke stratejîk bû. Clînton wê demê giringiyeke mezin dida pêngava hegemonîk a li Rojhilata Navîn û tim giringiya Tirkiyê ya vê de destnîşan dikir. Şêwirmendê taybet General Galtîerî bixwe aşkere kiribû ku operasyona li ser min bi fermana Clînton hatiye rêvebirin.

HELWESTA BISEBER Û HEWLDANA GEL

Heta îro li gel van komployan jî heke em nemiribin, li jiyanê mabin, ji ber wê sedemê ye ku me şaşî nekiriye. Ev bi helwesta min a bisebr a vê derê û bi hewldana hevpar a gelê me ve têkildar e. Dema ku li hole neheqiyeke mezin, komployek hebe, karê pêşî ku divê were kirin ew e ku mirov hîmê dîrokî û şaristanî yên neheqiyan aşkere bike û maskeyên kirêt ên wan komplogeran ji ber çavê wan hilîne, ku ji wan weye ku dîrokê çêdikin. Aşkerekirina hemû nêzîkatiyên komplogerî yên navendên girîng ên Rojava û Rojhilat, aşkerekirina paradîgmaya wan a cîhanî ya li pişt wan û jiyana wan a sefîlî, tê maneya parastna mezin a mirovahiyê.

Bi berjewendiya polîtîk a basît û rojane a Rojhilata Navîn sazkirina rêbazên nokerkirinê yên emperyalîzmê ku derfeta çareseriya birûmet nadin û hewl didin pê li berjewnediyên xwe bînin û dema ku mirov li dijî vê radibe jî, bêyî ku ti hurmetek ji rêça hiqûqê ya demokratîk were nîşandan, bi Rojava û Rojhilat re li ser biryara komploya derî mirov tiştên ku mirov bikirana pir sînordar û zehmet bûn. A herî hêsan ew bû ku mirov xwe bidaya ber mirinê. Plana komplogeran, hêviya wan ev bû. Rêya ku fersenda nedida vê jî, jiyana di nav pergala tabûtî de bû ku hatibû mîxkirin. Her tiştî dawiya serdemekê, destpêka serdemeke nû nîşan dida û zor li vê dikir.

EZ BI TEMAMÎ HAY JI KOMPLOYÊ HEME

Yên ku ji bo aştiyê gavên herî maqûl jî navêjin, her tişt ji wan tê hêvîkirin. Pûçkirina komployê hê zêdetir hewldanê hewce dike. Divê mirov xweş hesab bike bê ka şêwaza pûçkirinê dixwaze bibe kûderê. Destpêkê rengê xwekuştinê li ser min hatibû ferzkirin. Piştî min li gelek qadan hatibû plankirin. Ev plan ji holê ranebûn, li demê hate berbelavkirin. Qet nayê zanîn bê ka şêwaza çareseriyê ya Tirkiyê çiye. Lê aşkere ye ku hewl dide pûç bike, bi demê re li gorî alternatîfên li gorî berjewendiya xwe ne.

Bi temamî hay ji vê komployê heme, ya ku li ser min hatiye kirin. Ev parastina min bersiva min a pêşî a karîger e, li dijî wan hêzan ku ne tenê li ser min, li dijî hemû mirovahiyê bi komplogeriyê hewl didin ku raser bibin û kêfa xwe bikin. Min qet li xwe neanî ku tolê hilînim. Heke ji hezarî yek îhtîmal hebe jî ku gewher pê re hebe, parçeyek jêneger ê karakterê min e ku dijmin jî bikim dost. Lê heke fersendê bibînim û hewce bibînim, min pir dixwest nîşan bidim ku çawa tol ji komplogeran tê hilanîn, min pir dixwest ku çalakiyên lehengiyê û şervaniyê çawaye ku bi rengekî careke dî li dijî mirovahiyê van nêzîktêdayinên bêqidoş nekin hişê wan bianiya sere wan.

Sibe: Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Ocalan azad nebe, çareserî pêk nayê