Komkujiya Malbata Şenyaşar: 9 kes hatin destgîrkirin

9 kesên ku navê wan di Komkujiya malbata Şenyaşar de derbas dibû hatin destgîrkirin.

9 kesên ku di nav wan de birayê Parlamenterê AKP’yî Îbrahîm Halîl Yildiz Celal Yildiz, biraziyên wî Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz ên sê kes ji malbata Şenyaşar a ku 410 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin, qetil kiribûn û 2 kes jî birîndar kiribûn hebûn, hatin destgîrkirin.

Hat zanîn ku yên di çarçoveya lêpirsîna ku biryara nepenîmayinê li ser hatî dayin de desgîrkirin, ew kesin ku di qetilamê de navên wan derbas dibe.

9 kesên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê tên girtin, piştî girtina îfadeyên wan tê payîn ku sewqê dadgehê werin kirin. Hat zanîn ku di lêpirsînê de navên 43 kesan hene.