Komîteyên Zindanê yên PKK û PAJK’ê: Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê bi ser bikevin

Komîteyên Zindanê ya PKK û PAJK’ê Berxwedana 14’ê Tîrmehê silav kirin û gotin, “Di van rojan de pêdiviya me pê heye ku em ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê zêdetir fêm bikin. Em dizanin ku tekane rêya serfiraziyê berxwedana bi vî ruhî ye.”

Komîteyên Zindanê ya PKK û PAJK’ê bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya ku nav, ruh û xeta serfiraziya li dijî faşîzm, mêtingerî û qirkirinê ye, 38 sal li dû xwe hişt.Bi vê wesîleyê di şexsê rêheval Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de em hemû şehîdê berxwedana zindanê careke din bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê hedefa wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Di van rojan de pêdiviya me pê heye ku em ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê zêdetir fêm bikin. Em dizanin ku tekane rêya serfiraziyê berxwedana bi vî ruhî ye. Di ruhê 14’ê Tîrmehê de cih ji bêhêvitiyê re tune. Di ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê de cih ji bêderfetiyan re tune. Berevajî wê di rewşên derfet qet tune, îradeya mirovê rêxistinkirî li ber xwe dide. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê bersiva herî watedar a pirsa ji bo jiyana bi rûmet e. Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê dilpakiya ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin’ û ‘deyndarê gelê xwe’ ne. Vî ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê girêdayina herî watedar a Rêber Apo, şehîd û gelê me yê qehreman e. Ji ber vê jî 14’ê Tîrmehê ji aliyê gelê me û tevgera me ve wekî Roja Rûmetê ya Neteweyî hatiye pênasekirin.

Îro li ser welatê me di bin êrîşên faşîst ên qirker, dagirker û mêtinger a AKP û MHP’ê de ye. Ev êrîş ji ya faşîzma 12’ê Îlonê zêdetir e. Tecrîda li ser Rêber Apo hatiye asta ku tu Kurd qebûl nake. Li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî nirxên me yên maddî û manewî êrîşeke mezin a înkar û îmhayê tê meşandin. Bi operasyonên qirkirina siyasî re, her roj bi dehan mirovên me tên girtin, êşkence li wan tê kirin û wan diavêjin zindanê. Di heman demê de li dijî Şengal, Mexmûr, Rojava û Rojhilat li her qada ku Hêzên Azadiyê lê hene, êrîş tê kirin û ji ber van êrîşan bi seda mirovên me şehîd bûne, bi deh hezaran mirovên me ji warên xwe bûne.

Berxwedana li hemberî van êrîşan jî bi heybet û qehremanî ye. Çawa ku berxwedana 14’ê Tîrmehê rê li ber pûçkirina faşîzma 12’ê Îlonê vekir, îro jî berxwedana bi pêşengiya Rêber Apo tê kirin, li çiya, zindan û her qada ku gelê Kurd lê hene, bi xeta fedaî tê meşandin. Zeynep Celaliyan û rêhevalên wê yên di zindanên Îranê de, bi deh hezaran girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de, gerîlayên azadiyê û ruhê berxwedana Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş û rêheval Sara ava kirine, li dijî faşîzmê li ber xwe didin.

Ji bo jiyaneke bi rûmet ji her demê zêdetir pêdivî bi geşkirina berxwedanê heye.Li hemberî hêzên mêtinger ên ku tekane feraseta wan înkar û îmha ye û li hemberî hevkarên wan ên îxanetkar, geşkirina berxwedana li ser xeta ruhê 14’ê Tîrmehê peywira hemû jin, ciwan, kadro û şervanan e. Têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê, li ser bingeha Kurdistana Azad û Neteweya Demokratîk avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk, li hemberî Kemal, Hayrî, Sara, Helmet, Kasim û rêheval Zehra Berke, Rêbertî û gelê me dibe peywir û berpirsyariya me. Em li ser vî esasî dibêjin ku me bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê dest pê kir û serfirazî bi vî ruhî wê bibe ya me û gelê me.”