Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK: Hevrêyê me Şakir Tûran bi ruhê Kemal û Hayriyan li ber xwe da

Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK: Hevrêyê me Şahir Tûran tevî ku nexweşiya penceşêrê pê re bû, bi ruhê şoreşgerî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heta dawiyê bi ruhê Kemal Hayriyan, li hemberî dijmin serî netewand, li ber xwe da û şehîd bû.

Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK’ê derbarê Şakir Tûran ku ji aliyê dewleta Tirk ve li girtîgehê hat qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî da.

Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK’ê wiha got: “Hizirvanê Fransayê Baltard; girtîgehan “weke saziyên dorpêçker û mirovan tîne rê” pênase dike. Desthilatdar van saziyan ji bo şoreşger û welatparêzên ku ji bo xwe xeternak dibînin, weke cihên şikandin û sekinandina vîna wan bi kar tînin. Hêzên hegemonîk bi polîtîkayên xwe yên “dorpêçker û anîna rê” ku ji bo şoreşger û welatparêzan xeternak dibînin, dixwazin îradeyê teslîm bigirin û bikin kozên pergala xwe. Bi van polîtîkayan re armanc dikin ku kes ji civakbûna wî ya ku nirxên mirovahiyê ye, qut bikin û îxanetê li mirovahiya xwe bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Faşîzma AKP-MHP’ê ji sala 2015’an ve di bin navê Plana Hilweşandinê de, ji bo ku her roj li girtîgehan îradeya hevrêyên teslîm bigirin, bê navber hewldanê dikin” û wiha hat gotin: “Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hemû hevrêyên me bê hempa li ber xwe didin. Dijmin bi hemû hewldanên xwe ve nikare îradeya ti hevrêyên me teslîm bigire. Lewma ji bo ku tedawiya hevrêyên me yên nexweş neke, wan terkî mirinê dike û şehîd dike. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê nexweşê penceşêrê Şakir Tûran ê 70 salî, dibin diavêjin hucreyeke zemîna bodrûmê û terkî mirinê dikin. Tevî van pêkanînên dermirovî hemûyan, hevrêyê me li dijî polîtîkayên dijmin heta dawiyê li ber xwe da û bi gotina ‘Serê min bilind e, min gav paş de neavêt’ bi awayek bi rûmet li ber xwe daye. Ti polîtîkaya dijmin nikare îradeya mîlîtanên me yên PKK û PAJK’ê û welatparêzên me bişkîne. Ji ber ku îradeya hêza manewî ya herî mezin e ku mirovan dike mirov. Ji bo vê yekê Rêbertiya me dibêje, ‘îrade hêza şer a mirov e, vîna şer, biryardariya şer û bi bala xwe dayîna hedefê, hêza meşa heta dawiyê ye’. Pêkan e ku mirov vê îradeyê di hevrêyên me yên nexweş de bibîne ku li girtîgehan tevî hemû zextan heta dawiyê li ber xwe didin.

Hevrêyê me yê welatparêz Şakir Tûran bi vê îradeya şoreşgerî tevî nexweşiya xwe ya penceşêrê, heta dawiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mîna ruhê berxwedanê yê Kemal û Hayriyan ku şehîdên me yên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ne, li hemberî dijmin serî netewand, li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêyê me Şakir Tûran ku 30’ê Tebaxa 2023’an li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Erzîncanê şehîd bû, ji ber nexweşiya xwe şehîd nebûye. Yê ku ew şehîd kirî faşîzma AKP-MHP’ê û saziya tiba edlî ye.”

‘GELÊ ME Û HEVRÊYÊN ME YÊN LI HUNDIR, DIVÊ HETA DAWIYÊ LI DIJÎ DIJMIN SERÎ HILDIN’

Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt jî got:

“Dijmin her roj li girtîgehan hevrêyên me qetil dike. Hevrêyên me yên ku li girtîgehan salên xwe bi têkoşînê derbas dikin, tevî êşkence û zextên dijmin bi rûmetî li ber xwe didin, ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ve tên qetilkirin. Her roj cenazeyên şehîdan ji girtîgehan derdikevin. Cenazeyên hevrêyên me yên şehîd yan bi korsanî tên veşartin, yan jî nahêlin ku gelê me bi merasîmek bi heybet wan veşêrin. Tevî van hemû nêzîkatiyên dijmin, gelê me û malbatên me divê mîna hevrêyên me yên li hundir heta dawiyê li ber xwe bidin û serî hildin. Gelo hûn difikirin ku bêdengiya me çiqas hêz dide dijmin? Dijmin ji her alî ve topyekûn êrîşî me dike. Ji bo vê yekê eger me jî li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin bi berxwedanek topyekûn bersiv daba, dijmin evqas berê xwe nedida hevrêyên me yên li girtîgehan. Divê were zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê ji sekna me ya pasîf hêz digire. Çawa ku tevgera me di derbeya 1980’an de li girtîgehan têkoşîna me mezin kir, divê em jî di vê pêvajoyê de bi heman rengî li her derê bi seknekî topyekûn û biryardariya têkoşînê seferber bibin. Ji ber ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst ji çanda berxwedana zîndanê ya tevgera me ditirse, berê xwe dide hevrêyên me yên li girtîgehan û hewl dide me li girtîgehan teslîm bigire û hilweşîne. Divê em li dijî polîtîkayên girtîgehê yên dijmin, li her derê bibin xwedî helwesta demokratîk. Ji bo serxistina vê em li benda çine? Wezîfeya herî mezin a mirov, exlaq û wijdanî ye.

Gotinên dawî yên hevrêyên şehîd, ji bo me diyariya herî mezin a jiyanê ye. Me soz da ku em ê bibin afirênerên azadiyê ku gelê me xwe bi xwe rê ve bibe, xeyalên wan ên ku wan nîvço hiştiye, wê bibe deynê me hevrêyan. Em hevrêyên xwe Şakir Tûran, Halîm Kirtay û Nevzat Çapkin ku bi vê hişmendiya berpirsyariyê şehîd bûne, bi minetdarî, hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Em dibêjin ku serê gelê me û malbata me ya hêja sax be.”