Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê şehîdên meha Mijdarê bi bîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên meha Mijdarê bi bîr anî û diyar kir ku salvegera damezirandina PKK’ê li şehîdên nemir û Rêber Apo pîroz dikin.

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê  bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên meha Mijdarê bi bîr anî.

Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Meha Mijdarê di tekoşîna me ya azadiyê de cihekî wê yê girîng heye. Ev meh ji nû ve zindîbûna rihê Gelê Kurd ango avabûyîna Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Ev zindîbûn hîma xwe ji şehîdan digire. Rastiya PKK’ê li ser bingeha nirxên şehîdan ava bûye, pêş ketiye û xwe gihandiye roja me ya îro. Ango PKK partiya şehîdan e. Dema Heval Hakî,  bi destên faşîstan bi awayekî komplowarî li bajarê Dîlokê, di 18’ê Gulana 1977’an de hate şêhîd xistin ev rewş nîşan da ku têkoşîna li Kurdistanê ne hêsan e. Serokatî li ser bîranîna Heval Hakî partî damezirand. Partî bi saya şehîdan ji xweliyên xwe ji nû ve zindî bû. Ev çand çandek Apoyî  ye û her şehîdek rûmetê bi xwe re mîsogeriya Kurdistana azad tîne. Heval Hakî bû sembola pêngava yekemîn a partîbûyînê. Piştî heval Hakî jî hema hema di her mehê de bi sedan heval şehîd ketin, tevlî karwanên şehîdên nemir bûn. Di meha Mijdarê de jî gelek hevalên me yên bi rûmet şehîd ketin û bi xwîna xwe axa Kurdistanê av dan. Da ku her kû çû îrade û biryarbûn xurttir bû. Dijmin her çiqas bi ser nirxên Kurdistanê hatibe jî û dek û dolapan gerandibe jî lê belê ji aliyekî ve azadî û demokrasî her pêş ket. Meşa azadiyê mezintir bû.

Dîroka Kurdistanê ji aliyekî ve hem dîroka têkoşin û berxwedanê ye, ji aliyekî din ve jî dîroka xayîn û komployan e. Ev pêvajoya komplo û berxwedanê, di meha Mijdarê de di sala 1937’an de carek din xwe nîşanî gelê Kurd da. Seyît Riza, di vê mehê de bi bêbextiya pergala Tûraniyan bi awayekî lîstokvarî hate darvekirin. Ji şûnve jî berxwedana Seyîd Riza, sekna wî û peyvên wî ma di bîra me de. Bi gotinên Seyîd Riza a ji pergala faşist re kiriye ‘’Min nekarî dek û dolabên we vala derxim. Ev ji min re bû ders. Min jî li pêşberî we çok netewand bila ev jî ji we re bibe derd.’’ Ev gotin û berxwedana neviyên Seyîd Riza yên ku heta niha di çeperan de xwe feda dikin, ji dijminê Kurdan re bû kul û derd û ket nav hucreyên wan. Karwanên Şehîdan yên berxwedêr ji tarîxê heta roja me ya îro her berdewam e.

Meha Mijdarê,  di heman demê de li hemberî komploya navnetewî bûye çîrûskek ji agir û gelek hevalên me ji bo Rêber Apo xelekek ji agir çê kirine. Hevalê Tayhan-Ahmet Yildirim û Jêhat-Remzî Akkûş di sala 1998 an de li pêşberî parlementoya Rûsya (Duma) bedena xwe dane ber agir. Ronahî û şewqa bedena wan bûye volkan mêjiyên kof rizandiye û rastiya rûreşiya cîhanê daniye pêşiya wan.

Hevalên me yên ku di meha Mijdarê de şehîd ketine mohra xwe li dîrokê xistine. Yek jî pêşengê PKK-PAJK-Kongra Gel, hevala me ya wêjevan Şîlan Kobanê (Melsa Bakî) ye. Pênûsa heval Şîlan bûye hibrek herikbar û jîn daye wejehezên zarokên Kurdistanê. Çek û pênûsa heval Şîlan derbên giran da pergala faşîst û zîhniyetên komploger. Kobanê ya rengîn ya ku ji cîhanê re bû mînaka demokrasiyê, bû vala derxistina Erdoganê xwînxwar û çeteyên wî yên DAÎŞ’ê. Vê carê jî di vê mehê de bajarê Kobanê hevala me Şîlan  kir taca serê xwe.Li gel heval Şîlan;  Zekeriya-Zekeriya Îbrahîm, Fuat-Hîkmet Tokmak, Ciwan-Haci Cuma Alî, Cemîl-Cemîl Nebo li Musulê gihîştine asta şehadete.

Her wiha di vê mehê de fermandarê pêşeng, pêşengê şerê gelê şoreşgerî, fermandarê efsanevî hevalê Reşît Serdar 18’ê Mijdara 2012 an de şehîd dikeve. Ev xeta lehengiyê îro derbasî Rojava û her aliye Kurdistanê bûye. Hevalê Reşîd bi bîr û baweriya xwe ya ku ji felsefeya Rêber Apo digire xaka Kurdistanê xemiland û di dilê gel de bû stêrka sibehê. Rastiya şerê gelê şoreşgerî bi berxwedana Heval Reşîd û bi hezaran hevrêyên nemir bûye xeta civaka bi ehlaq û polîtîk. Bi xwe re neteweya demokratik afirandiye û rengîniya civaka Kurdistanê bûye mînaka Rojhilata Navîn û cîhanê. Îro jî ev berxwedana civakê ji ber êdî şervanên xwe yên nemir dinase di sala 2019 an de bi yek dengî ji bê rengiya zîhniyetên dîktator re dibêje na!

Di vê meha pakrewanên şoreşê de hevalê Kemal Ercan (1979-Edene), hevalên me yên despêkê Şahîn Kilavûz û pê re Cahît Dayan, Fuat Erturk,  Veysî Şîmşek, Musa Îlk, Veysî Hantaş, Hasan Ozçelîk û M. Beşîr Aksoy (1982). Hevalê Sabir Cîlo-Îsa Xelîl (22 Mijdarê 1998). Hevalê Kemal Zap-Haydar Alparslan (1999 Mazgîrt-Dêrsîm). Dîsa pêşenga artêşa jin hevala me Newroz-Fatma Ustun, hevala me Zeynep Bîndal-Elîf Îldeş (24’ê mijdarê 1999). Hevalê Hakî-Senar Mete pêşengê ciwanên Kurdistanê  (24 ê Mijdarê 2010 Kelareş) tevlî karwanên şehîdên nemir bûne.

Wekî her mehê, meha mijdarê di dîroka şoreşa me ya azadiyê de cihekî wê yê girîng heye. Bi saya têkoşîna şehîdan asta nirxên mirovatiyê hîn bilindtir bû. Mirovatî bi saya hevalên şehîd yên qehreman ber bi jiyana azad ve dimeşe. Di vê mehê de berdelê giran hatin dayin. Hîna jî her roj hevalên me bi qehramantî şehîd dikevin. Di şert û mercên herî giran, zorî û zexmetî de şerê azadiyê tê dayîn. Bedenên ku di agir de hatin şewitandin, daliqandin. Di vê mehê de cemed û sarbûyîn şûna xwe da germahî û ronahî. Ji xeyalên Seyid Riza heya hevalê Hakî Karer û xeyalên bi hezaran heval, şênber dibe, dibe rasteqîn û heqîqet.

Di vê meha pîroz ku giyan da gelê Kurd em sersala Partiya Karkerên Kurdistanê li hevrêyên xwe yên nemir û Rêber Apo pîroz dikin. Bi vesîleya meha Mijdarê em hemû hevrêyên xwe yên ku di oxira azadiyê de canê xwe kirine mertal em hemû hevalan bi bîr tînin û em carek din soza xwe nû dikin ku em ê azadiya Kurdistanê di şexsê hevalên xwe de mîsoger bikin.”