Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê: Em li dijî êrîşên qirkirinê têkoşînê geş bikin

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê bang li her kesê kir ku li hemberî her cure êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan û polîtîkayên hevkar ên ku bingehê ji qirkirina Kurdan re çêdike, bibin xwedî helwest û têkoşînê geş bikin.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha got: “Muhafizên Şoreşê yên Îranê şeva 15’ê Çileyê bi fuzeyan êrîşî Hewlêrê kir. Di van êrîşan de welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşa ku li ser Hewlêrê pêk hatî şermezar dikin, ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. PDK’ê bi siyaseta xwe Kurdistan veguherandiye qada şer û dagirkeriyê, ev siyaset mijara rexneyê ye. Êrîşên ku di encama van polîtîkayên şaş de li dijî gelê Kurd û cihên wan ên niştecihbûnê tên kirin, ne rewa ne û ne rast in. Divê dewleta Îranê bi Kurdan diyalogên afirêner dane, êrîşên li ser Kurdistanê rawestîne û ti zemînê nede hewldanên ku dagirkeriya Tirk rewa nîşan bidin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi pêşengiya dewleta Tirk êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam dikin û ev tişt hate gotin: “Li dijî van êrîşan Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xeta qehremaniyê gihandin lûtkeya herî jor û li ber xwe dan. Ev berxwedan hevsengiya faşîzmê xira dike û hîn êrîşkartir dike. Diyar e ku gelekî rû bi rûyê êrîşên qirkirinê, ji bilî israrkirina di jiyana azad û berxwedanê de ti rêyek din a wê tune ye. Gerîlayên Kurdistanê jî li ser vê hêmana mirovahiyê ya bingehîn xwe ava dike û çeper bi çeper dagirkeriya dewleta Tirk paqij dike û dişikîne. Ev asta berxwedanê ya ku moralê dide gelê Kurdistanê, herî zêde dewleta Tirk û PDK’ê nerehet dike. Artêşa Tirk a faşîst a ku bi derfetên bê sînor ên PDK’ê li çiyayên Kurdistanê hatiye bicihkirin, bi derbeyên ku ji gerîla xwarî hatiye rewşek welê ku nizane çi bike.”

TEVGERA AZADIYÊ SIYASETA DAGIRKERIYÊ YA AKP-MHP’Ê BÊNEFES DIHÊLE

Di daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:

“Tevgera me ev demeke dirêje siyaseta hevkariyê ya PDK’ê ya qirêj û metirsiyên wê yên li ser Kurdistanê tîne ziman. PDK'ê ev rexne û hişyarî paşguh kirin û li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi hêrstir bû. Ji bo ku xiyaneta xwe ya hevkar veşêre, zêdetir alîkarî da artêşa Tirk ku derbasî çiyayên Kurdistanê bibe û nêzîkî çeperên gerîlayan kir. Gerîlayên PKK’ê di dîroka leşkerî û parastina Kurdistanê de gihişt asta herî jêhatî û encamgir. Gerîla niha derbên giran li hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk dixe. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê, siyaseta dagirker a AKP û MHP’ê gelekî tengav kiriye û banga teslîmbûnê li wan dike.

Dewleta Komara Tirk a faşîst bi bikaranîna her cure çekan li dijî gelê me û Kurdistanê sûcê şer dike. Di serî de li Bakur-rojhilatê Sûriyê-Rojava rasterast qadên jiyanê û civakî dike hedef, li Başûrê Kurdistanê bi bombebaranê re hewl dide cihên niştecihbûnê vala bike û bi êrîşên balafirên bêmirov ên bombebarkirî dixwaze avaniya demografîk a Kurdistanê biguherîne. Di vê mijarê de hem ji eniya navneteweyî hem jî ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve nerazîbûneke cidî nehatiye nîşandan. Di rastiyê de PDK’ê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û valakirina gundan her tiştî dike. Bakur-rojhilatê Sûriyeyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê bi rengekî sîstematîk dibin hedefa van êrîşên qirkirinê. Di van êrîşan de çekên kîmyewî, termobarîk, çekên taktîkî yên nukleerî tên bikaranîn. Ev çekên ku bikaranîna wan a li dijî mirov û xwezayê di rêgezên navneteweyî de hatiye qedexekirin, dema ku Kurd dibin hedef deng dernaxin, qirkirina Kurdan rewa tê dîtin. Hevkariya PDK'ê jî di avakirina vê rewabûnê de roleke girîng dilîze. Ev siyaseta hevkariyê, cesaretê dide Hakan Fîdan ê ji kujeriyê gihiştî wezareta karên derve, ku gefê li Kurdan bixwe û wan neçarî teslîmiyetê bike.

Em bang li tevahiya raya giştî ya şoreşger-demokratîk bi taybetî li gelê xwe dikin ku, li dijî her şêwe êrîşên li dijî destketiyên neteweyî yên Kurdan û polîtîkayên hevkar ên ji bo qirkirina Kurdan bingehekê ava dikin bibin xwedî helwest û têkoşînê bilind bikin.

Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî polîtîkayên qurbankirina gelê Kurd ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk bi hestiyar bin, bêdeng nemînin û xwedî helwesteke bi bandor bin.”