Komîteya piştgiriya bi malbatên şehîdan re ya PKK'ê: Her çalakî rewa ye

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PK'ê nerazîbûneke tund nîşanî hovîtiya li dijî şehîdgehan da û diyar kir, ku bersiva bi her rengê çalakiyan, rewa ye. Komîteyê destnîşan kir ku hikumeta Tirk li ber hilweşînê ye."

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê têkildarî êrişên hovane yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser şehîdgehan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi fermana hikumeta Tirkiyeyê goristan tên xerakirin, cenaze tên parçekirin, cenaze ji goristanan tên derxistin û hate gotin, "Ji Şehîdgeha Xerzanê ya Bedlîsê 282 cenaze ji gorên wan hatin derxistin. cenaze birin Goristana Bêkesan a Kîlyosê. Lê belê beşeke mezin a cenazeyan li kêleka rê ya li nêzî goristanê bi rengekî komî hatin binaxkirin. 261 cenaze li kêleka rê hatin binaxkirin. Bi fermana hikumeta Tirkiyeyê cenaze li kêleka rê hate binaxkirin ku ev yek di dîroka cîhanê de yekemcar pêk tê. Ev kiryara ku cihê xwe di ol, îman û mirovahiyê de nîne, karakterê faşîst ê desthilatdariya AKP-MHP'ê nîşan dide. Ji bilî faşîzmê gelo bi çi rengî dikare ev yek bê pênasekirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mafê veşartina cenaze ku li nava mirovahiyê û hemû olan mafê bingehîn e ji destê gelê Kurd tê wergirtin û hate gotin, "Destûrê nadin ku şehîd bi rengê ku mafê xwe yê bê veşartin û şîna şehîd bê girtin. Vê yekê dikin hincet ji êrişê, êşkence, destgîrkirin û girtinê. Cenazeyên me bi kargoyê dişînin ji dayikan re. Malbatên şehîdan bi zorê tînin ser goristanan û li pêş çavên dayikan gorên zarokên wan tên parçekirin. Hin gor ne tenê carekê hinek 7 caran hatin xerakirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş û bombekirina goristanan tenê li nava hikumetên TC'ê hatiye dîtin û hate gotin, "Ya ku tê kirin ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî malbatên şehîdan, civakê bi temamî ye ku dixwaze bitirsînin."

Komîteyê diyar kir ku êrişa li dijî goristanan di heman demê de êrişa li dijî mirovahiyê ye û hate gotin, "Gelo di navbera vê hovîtiya dewleta AKP-MHP'ê û hovîtiya DAÎŞ'ê de cudahiyek heye? Tine ye ji ber ku aqilmendê DAÎŞ'ê AKP-MHP ye. Çawa ku dinya tev li dijî DAÎŞ'ê rawestiya, wezîfeya mirovahiyê ye ku li ber faşîzma AKP-MHP'ê rabin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êrişên namerdane yên dewleta faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî şehîdan, têkoşîna bi her rê û rêbazê ya gelê me rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku gelên Tirkiyeyê piştî vê agahdarkirina têkildarî kiryarên li dijî mirovahiyê wê helwesta pêwîst nîşan bidin. Her wiha em bang li komeleyên mafên mirovan, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û odeyên pîşeyî dikin ku ber vê hovîtiyê rabin."