Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê, Cejina Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê: Girîngî û wateya pîrozkirina cejna zimanê Kurdî jî herî zêde bi armanca pûçkirina siyaseta qirkirina çandî û civakî ve girêdayî ye.

Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, anî ziman ku tacîdar û misogerkirina Şoreşa Kurdistanê, bi pêşxistina pêngava stratejîk a perwerdeya netewa demakratîk jî roj bi roj pêşdikeve û mayînde dibe.

Di daxuyaniya tê de hate gitin ku; “Mayîndekirina cejna Zimanê Kurdî jî bi mezinkirina Têkoşîna Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hêzên berxwedêr û artêşa gerîla ve pêkan e.” ev tişt hate gotin:

“Em di pêvajoya şoreşê ya herî girîng, krîtîk û encamgir de cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Her civak bi zimanê xwe hebûn û civakbûna xwe ava dike, ev rastiya cîhanî ji bo gelên Kurdistanê jî derbasdar e.

Ji bo tinekirina vê rastiyê dewletên dagirker û faşîst bi sedan salan e li ser zimanê Kurdî siyaseteke xeternak dimeşînin, qedexekirin û qirkirinê li ser Kurdan ferz dikin. Dewletên dagirker, wek aşê bişavtinê -ango asîmîlasyonê- dibistanên xwe heta gundên li quncikên çiyayan jî birin û mamosteyên ku endamên şerê taybet in şandin van dibistanan. Ji bo zarokên Kurd hemû diyardeyên civakbûna xwe jibîr bikin, xwarinên dayikên Kurd çêdikirin jî li wan qedexe kirin. Bikaranîna yek peyveke Kurdî jî dibû sedem ku bi lêdan û êşkenceyê bê cezakirin. Berxwedana dayikên Kurd zimanê me heta astekê parast.

Ev kiryarên dewleta dagirker û faşîst a Tirk, li gorî zagonên Netewên Yekbûyî jî tawanê qirkirina çandî ye. Di vê pêvajoya diyarker a şoreşê de dijmin hewl dida ku qirkirina çandî bi qirkirina civakî bigihîne encamê. Ji bo vê yekê qirkirina fîzîkî jî pêk danî. Dixwaze wekî hemû cejnê Kurdan, Cejna Zimanê Kurdî jî veguherîne şînê. Li kolanan kêsên bi Kurdî diaxivin rastî êrîşên çeteyên nijadperest û faşîst tên, hem tên birîndarkirin û kuştin, hem jî hêzên çeteyên dewleta faşîst a AKP û MHP’ê wan digrin û davêjin zîndanan. Qedexe û qirkirin bi rengekî fîzîkî û pratîkî tim berdewam dike.

Em baş dizanin ku eger îro rayedarên dewleta dagirker û faşîst ên Tirk behsa hebûna Kurd û zimanê Kurdî dikin, ev yek bi saya berxwedan û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo, Gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya 40 salan e.

Girîngî û wateya pîrozkirina cejna zimanê Kurdî jî herî zêde bi armanca pûçkirina siyaseta qirkirina çandî û civakî ve girêdayî ye. Di hemû kêlî û qada jiyanê de wekî cejnekî zimanê xwe bikaranîn, beşeke girîng a têkoşîna şoreşê ye.

Berxwedana Efrînê û Berxwedana gerîlayên Kurdistanê şoreşa Kurdistanê roj bi roj, kêlî bi kêlî ber bi serkeftinê ve dibe. Tekoşîna gel û gerîlayên azadîyê eniya şoreşê gav bi gav berfirehtir dike. Dijmin ji her demî lawaztir û tengavtir bûye. Har û dînbûna dijmin ji neçariya wî ye. Îro bi berxwedana dîrokî ya Îmralî, gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê dijmin xistine nava kaoseke mezin de. Li gel rejîma faşîst a AKP û MHP’ê, dewletên dagirker jî ji hev dikevin û bi hev re aloziyên kûr jiyan dikin.

Şoreşa Rojava bi avakirina –înşaya- pergala xwerêvebirina civakî, aborî, siyasî û hwd. û Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyê serkeftina gelên herêmê mayînde dike. Di nav şerê xweparastinê de siberojê pêngav bi pêngav ava dike.

Tacîdar û misogerkirina Şoreşa Kurdistanê, bi pêşxistina pêngava stratejîk a perwerdeya netewa demakratîk jî roj bi roj pêşdikeve û mayînde dibe. Mayîndekirina zîmanê Kurdî, bi mayindekirina pergala perwerdeya zîmanê dayîkê û pergala netewa demokratîk tacîdar be. Mayîndekirina Cejna Zimanê Kurdî jî bi mezinkirina Têkoşîna Azadiya Rêber Apo, mezinkirina hemû hêzên berxwedêr, mezinkirina artêşa gerîla ve pêkan e.

Bi hêvî û baweriya serkeftinê Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Mamosteyê Mezin Rêber APO, hemû şehîdên Kurdîstanê, dayîkên berxwedêr, kedkarên perwerde û gelê Kurdistanê pîroz dikin!”