Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Zîlan Bokan bi bîr anî

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK´ê ya Başûr, bi daxuyaniyekê da zanîn ku gerîla Zîlan Bokan 17’ê Çileya 2011’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ya Başûr têkildarî şehadeta gerîla Araziye Hesen Hemed Xidir bi nasnav Zîlan Bokan ku 17’ê Çileya 2011’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

”Têkoşîna azadiya Kurdistanê, bi berdêlên pir giran xwe gihandiye roja me. Ji destpêka têkoşînê heta niha bi dehhezaran keç û xortên vî welatî yên herî jêhatî di oxira azadiya Kurdistanê de şehîd hatine bûne. Îro jî ji çar aliyan ve êrîşên qirkirinê li ser gel û welatê me tên sepandin. Çawa ku di raboriyê de fedayiyên azadiya gelê xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê bûn mertal, îro jî li çiyayên Kurdistanê gerîlaya/ê azadiyê derbeyên herî kujer li dijminê hov dide. Divê baş bê dîtin ku dijmin evqas lawaz bûye, ji hestiyên şehîdên me jî ditirse. Ji bo ku şehîd di bîra civakê de cihekê rasteqîn negirin her cure sepandinên dermirovî pêk tîne. Lê çawa ku di destpêkê de helwesta herî mezin di aliyê xwedîderketina li bîranînên şehîdan de hat diyarkirin, îro jî PKK li ser xeta Rêber Apo diyar kiriye ku helwesta herî xurt û afirîner di warê jiyandina şehîdan de diyar dike. Kêlî bi kêlî jiyanên hevalên şehîd zelal dike û wan dike hêmayeke herî zindî ya jiyanê. Têkoşîna li hemberî dagirkerî û nokeriyê li ser vê bingehê ber bi serfiraziyê ve diçe. Va ye yek ji van hevalên ku ji bo jiyaneke azad, welatekê azad bûye helwesteke afirîner û li bilindahiyên çiyayên Kurdistanê bûye gerîlayeke çalak hevala me Zîlan Bokan e. Heval Zîlan di 17´ê Çileya 2011´an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştiye şehadetê. Bi boneya bibîranîna heval Zîlan em rêhevalên wê di serî de ji malbata me ya hêja û tevahî gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soza em ê teqez armanc û xeyalên wan di Kurdistaneke azad de pêk bînin, didin.

Zîlan Bokan di sala 1989´an de li herêma Rewandizê, li gundê Kesre Mawnan ji dayîk dibe. Ji Eşîra Balakateyî ye. Malbata di navê de mezin dibe xwediya xisletekê qedîm ê welatparêziyê ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Heval Zîlan di nav malbateke wiha de mezin dibe. Bi çanda Kurdewariyê digihe û dibe jineke ciwan a çalak. Dema digihîje temenê ciwantiyê di sala 2002´yan de ji Rewandizê digihîje refên Gerîla. Wê çaxê temenê wê biçûk e, ji lew re heta 2004´an di tabûrên ciwanan de dimîne, tev li xebatên ciwanan dibe. Hevala me Zîlan Bokan, di demeke dihat xwestin de Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK ji hole bê rakirin, hêviyên Kurdan ên azadiyê bên şikandin de weke jineke ciwan xwe disipêre çiyayan ku stargehên qewîn in. Dema gelek kesan xweziya xwe bi bermahiyên jiyana pergalê dianî û ji nav refên azadiyê qut dibûn hevala Zîlan weke helwesteke tund dikeve ser rêya gerîlabûnê. Weke jinekê jiyana civak li ser ferz dike napejirîne, dixwaze li Başûrê Kurdistanê bibe pêşengeke xurt a avakirina civakeke azad, di hilweşandina paşverûtiyan de bibe findek. Paşê derbasê HPG´ê dibe. Li qadên weke Xinêrê, Xakurkê, Metîna, Heftanînê dimîne. Heta sala 2010´an li van herêman tev li pratîka gerîlatiyê dibe, erkên heya weke fermandariya tîmê radike. Keseke rûbiken, çalak û fehma ye. Ji bo xwe di warê bîrdozî û rêxistinî de bi pêş bixe beşdarî dewreyên perwerdehiyê dibe. Di PKK´ê de jiyan bi xwe qada herî xurt a perwerdehiyê ye, heval Zîlan jî di nav herikîna demê de ji jiyanê gelek ezmûnan digire. Di Akademiya Şehîd Bêrîtan û Akademiya Şehîd Nûda de dewreyên perwerdehiya îdeolojîk û rêxistinî dibîne. Di vê çarçoveyê de hewildaneke xurt a xwepêşxistinê raber dike. Li hemberî ferzkirinên civaka kevneşop weke jinekê li bilindahiya çiyayan hilberîna jiyaneke azad coş û heyecaneke cuda bi heval Zîlan re bi pêş dixe. Weke her gerîlaya azadiya Kurdistanê xeyala hevala Zîlan jî ew bû ku dagirkirina li ser xakên welat bi dawî bike. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne salên dirêj têkoşîneke bênavber dimeşîne.

Hevala me Zîlan Bokan di 17´ê Çileya 2011´an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê digihêje şehadetê. Em di şexsê heval Zîlan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi minet bibîrtînin, soza biserxistina armanc û xeyalên şehîdên nemir nû dikin. Heta ku li bilindahiyên çiyayên Kurdistanê rûyên biken ên jinên azad reng vebidin, wê azadî teqez bi ser bikeve."

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Zîlan Bokan

Nav û Paşnav: Araziye Hesen Hemed Xidir

Navê Dayîkê: Ayşe Ebdulah Davûd

Navê Bav: Hesen Hemed Xidir

Dîrok û Cihê Tevlêbûnê: 20.1.2002 / Qendîl-Bukrûska

Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Çileya 2011’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê