Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê: Enfalker hê hene û dixwazin armancên xwe pêk bînin

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê bi bîr anî û destnîşan kir ku Enfalker niha jî mane û dixwazin armancên xwe dubare bikin.

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di salvegera 33’emîn a Enfalê de, daxuyaniyek nivîskî belav kir. Komîteyê di daxuyaniya xwe de behsa zilma rejîma Baas û sucên mezin ên hatîn kirin kir.

Di daxuyaniyê de ev ev tişt hatin gotin; “Gelê Kurd ji mafê xwe yê mirinê ya li ser xak û nîştimaniya xwe jî bê par hatiye hiştin. Ji bo vê divê baş naveroka jenosîdê were famkirin. Ji ber ku ji sucên sedeya bîstem dijwartirin û trajediyek mezin bi xwere tîne. Hinek aliyên siyasî û kesayet bi navê siyasî ji Enfalê fam dikin, yan jî xwe ji vê berpirsyartiyê didizin. Em dizanin ev derfet, statû, parlamento û hikumet bi xwîn û canê Enfaliyan çêbûye. Lê mixabin niha gelek suc û enfal dibin sîhbera hinek partiyên siyasî de tê kirin.

Divê gelê Kurd û hemû mirovahî bizane di sedsala 21’an de jî dijminên mirovahiyê, bi taybet dewleta faşîst a Erdogan, heman kar li hemberî gelê ku bi hezaran sale li ser vê ernîdariyê dijî, pêk tîne. Ji bo vê em dibêjin, enfalker niha jî mane û dixwazin armancên xwe dubikin.

Êrîşa herî zelal û eşkere, êrîşa li ser Şengalê bû, ev êrîş bi heman armanc bi awayek pratîkî hate kirin. Armanc yek e, tenê navê kesên vî karî dikin hatiye guhertin. Em ê ji bo ku malbatên Enfaliyan bigihin mafê xwe yê rewa , hemû hewldanên xwe bixin meriyetê.”