Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Bêrîtan û şehîdên Cotmehê bi bîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê:''Di 25’ê Cotmeha 1992’an de dema dihat xwestin ku xeta Rêber Abdulah Ocalan bê tasfiyekirin û PKK ji xeta azadî û serfiraziyê bê qutkirin rêheval Berîtan weke jineke azad bû rih û girêdayina xeta jiyaneke azad.''

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş ) û şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û got, ''Şehîdên meha Cotmehê, hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî û bi rêzdarî bibîr tînin, li hember rastiya wan soza teqezkirina Kurdistaneke azad, jiyaneke serfiraz didin. Em di wê baweriyê de ne ku dê xeyalên bi hezaran şehîdan bi şikandina dagirkeriyê tacîdar bibin. Berxwedana gelan teqez wê bi ser bikeve.''

'ŞEHÎD BÛNE HAVEYNÊ WELATÊ AZAD'

Daxuyaniya Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê wiha ye:

''Têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê tê dayîn ji qonaxên giran û dîrokî de derbas bû, bi berdêlên gelek nirxên berz xwe gihand roja me ya îro. Di her qonaxê de bi hezaran şehîd hatin dayîn. Lê derbên mezin li pergala dagirker hatin xistin, her cangoriyeke ku daxwaz dikir li welateke azad bijî, bi giyana xwe ji jiyaneke bi rûmet re bû îmkan. Ya herî girîng jî bi her şehadetê hevîrê pêkhatina civakeke ku tune dihat hesibandin ji nû ve hate stran. Ango gelê Kurd yê ku hebûna wê dibû mijara nîqaşên rewakirina pergala dagirker û qirker bi têkoşîna bi pêşengtiya PKK'ê  tê dayîn ket ber rêya heyîneke azad, hebûna xwe ji tevahî cîhanê re peyîtand. Hewldan û komployên li hember Kurdeke azad hatibûn rêsandin hatin pûçkirin. Ji me re rêgehek avakirin ku em ber bi îro ve bimeşin. 

Îro Kurdistan ji aliyekî ve bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn, ji aliyê din ve jî bûye malhizir û navenda pêşxistina rizgariyeke demokratîk û avakirina jiyaneke azad. Vaye ev hemû bi saya keç û xortên îman li Kurdistaneke azad anîne pêşketin. Xelek bi xelek şehîdên ku gihiştin hev haveyna welateke azad afirandin. Ne tenê civaka Kurd, hemû civak û kesên li Kurdistanê dijîn tevlê vê haveynê bûn. Ji lewra Kurdistan û PKK, bi taybetî jî Rêber Abdulah Ocalan bû armanca êrîşên herî berfireh û kirêt.

'BÛN XELELEK JI ÊGIR Û KOMPLO PÛÇ KIRIN'

Ji destpêkê ve li hember her cure êrîş û hewldanên tasfiyeker seknên bêhempa di têkoşîna azadiyê de berz bûne. Li tevahî sal û mehan berxwedanên lehengane hatine neqişandin. Yek ji van lehengan bibe xulaseya kûrbûyîna di xeta Rêber Abdulah Ocalan de, yek bûye pênûsa jiyan û hiziradinên azad. Yek jî bûye volkan li hemberî her cure dagirkerî û nokeriyê. Li dijî hewldanên namerdane yên pêşîlêgirtina pergala civaka demokratîk ku wateya xwe di bîrdoziya PKK'ê de raber dike bûn xelekek ji agir û komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdulah Ocalan de li hember Kurd û Kurdistaneke azad hatî pêşxistin bi şiara “hûn nikarin roja me tarî bikin” pûç kirin.

'BÊRÎTAN BÛ PÊNASEYA WELATPARÊZIYÊ'

Meha Cotmehê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e. Gelek pîvanên ku şoreşa Kurdistanê gihandine roja îro di meha Cotmehê de jîn bûne. Di 25’ê Cotmeha 1992’an de dema dihat xwestin ku xeta Rêber Abdulah Ocalan bê tasfiyekirin û PKK ji xeta azadî û serfiraziyê bê qutkirin rêheval Berîtan weke jineke azad bû rih û girêdayîna xeta jiyaneke biwate. Bû nîşaneya parastin û xwedî lê derketina rastiya Rêber Abdulah Ocalan. Li hember nokerî û xulamtiya ji dijmin re bû pênaseya welatparêziyê. Her wiha di pêşxistina artêşbûyîna jinê û hunandina xeta jina azad de bû seknek. Îro li çar parçeyên Kurdistanê jina Kurd ya ku di rêya Şehîd Berîtan nîşan dayî de dimeşe di asteke herî berz de pêşengtiya şoreşa Kurdistanê dike, ji tevahî cîhanê re ji bo dahatûyeke azad û serfiraz dibe hêvî. Li Rojava li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî, li tevahiya Kudistanê li hember Kurdê noker Berîtanan zindî dikin.

'BI BERXWEDANA KURDISTANIYAN DIKARE AZAD BIBE'

Bêguman di sala 2019’an de jî gef û tehdîdên li ser Kurdistan û Kurda/ê azad zindî ne. Yekser di rastiya dewleta Tirk de dagirkerî û qirkirin berdewam e. Şehîdên me nîşan dan ku li Kurdistanê bêyî berxwdaneke kûr ya di şoreşa neteweya demokratîk  bê dayîn tu derfetên avakirin û parastina jiyaneke azad tunene. Her kêliya ku ji berxwedanê dûr tê derbaskirin gefên li ser Kurdistanê zêde dike. Ji dijminê Kurdê azad re dibe hêz.  Bi vê çarçoveyê  êrîşên ku li Îmraliyê li hember Rêber Abdulah Ocalan pêşdikevin şewla xwe dide Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava. Dewleta Tirkiyê dixwaze li her derê îradeya gelê Kurd bişkîne. Lewra dagirkeriya xwe kûrtir û berfirehtir kiriye. Dixwaze tevahî xaka Kurdistanê dagir, şoreşa neteweya demokratîk ku li Rojava(Bakur û Rojhilatê Suriyê) şênber bûye tune bike. Ji bo vê jî di asta navdewletî de têkiliyan pêş dixe, piştgiriyê dibîne. Hêzên serdest yên cîhanê li hember qirkirina Kurdan, dagirkirina Kurdistanê bêdengin. DYE, dewletên Ewropa bi firotina çekan, pêşxistina çekan ji dewleta faşîst ya Tirkiyê re qirkirina Kurdan rewa dikin. Ango komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo pêkhat îro di dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de îfadeyê dibîne. Bi vê dixwazên li hember xeyalên bi hezarî şehîdan kelemen ava bikin. Ev jî dide nişandan ku Kurdistan ecex bi berxwedana Kurdistaniyan dikare rizgar bibe. Pêkaniya wê jî bi fêmkirina rastiya şehîdan ve girêdayî ye. 

'GURBETELÎ ERSOZ BÛ STÊRIKEKE GEŞ KU RÊYA ME RONÎ DIKE'

Divê baş bê zanîn ku em bi saya şehîdên bi armanca Kurdistaneke azad derketibûn rê îro dikarin doza jiyaneke azad bikin. Dema hevala Gurbetelî Ersoz xwest pênûsa hizirandin û jîneke azad li Kurdistanê pêş bixe hemû pênaseyên kurdewarî qedexe bûn. Lê israr û daxwaza xwe gihandina jiyaneke azad rê da ku hevala Gurbetelî Ersoz weke stêrkeke geş bilindahiyan bicih bibe û rêya me ronî bike. Dema bi desten çeteyên weke DAÎŞ'ê xwestin xeta mirovahiya demokratîk û azad asteng bikin Arîn Mîrkan bû agirê dilê her insanê ku girêdayî welatê xwe û nirxên mirovahiyê ne, di mêjiyê dagirkeriyê de pêket. Li seranserê Kurdistan û cîhanê Kobanê bû derzûnka xwedîlêderketina pîrozweriyên civakî. DAÎŞ û mamosteyê wî Receb Tayîb Erdogan hatin şikandin. Bi dehan xelekên ji agir ku li dora rêber Abdulah Ocalan li hember komployê civîyabûn bûn israra di Rêbertî û jiyaneke azad de.

'ŞOREŞ ROJAVA DAHATUYA GELAN E'

Di Cotmeha 2019’an de heman gef û heman çete li ser karin. Lazime di serî de her Kurdek ku dilê wê/î bi daxwaza Kurdistaneke azad lê dide, her kesên ku alîgirên azadî û demokrasiye ne li mîrateya şehîdan xwedî derbikevin, li hember her cure dagirkerî û qirkirinê xeta berxwedanê kûr bikin. Di Cotmeha 2014’an de li Kobanê xewnên dagirkeran hatin pûçkirin. Bi xwedayîna hezarî şehîdan planên şikandina îradeya Kurda azad hatin xera kirin. Îro dîsa dewleta faşîst ya Tirk bi hevkariya çeteyan dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Ji Dêrikê ta Girê Spî, Serêkaniya qedîm heta Kobanê di armanca êrîşan de ne. Li hemû eniyên şer berxwedaneke lehengane heye. Mixabin ji niha ve gelek şehadet hatine jiyîn. Ango xeleka nemirên welateke azad berfirehtir bûye. Ji destpêka Şoreşa Rojava ta îro ji yanzdeh hezarî zêdetir şehîd hatin dayîn. Nasnameya van şehîdan tenê Kurd nînin. Di vê rêkeftina pîroz de ji gelê me yê Ereb, Aşûrî, Ermen gelên din yên li Kurdistanê jiyan dikin hene. Şoreşa Rojava dahatûya van gelan e. Dewleta faşîst ya Tirk û serokê wê Erdogan dixwazin vê dahatûya demokratîk ya gelan tarî bikin. Di berxwedana Kobanê de ew daxwazên wan di qirika wan de man. Îro jî bi heman rihî ji heft saliyê heta hevtê saliyê divê li ser xeta van şehîdan berxwedan esas bê girtin, li hember dagirkerî û faşîzma Erdogan yek gav jî paş de neyê avêtin. Lazime çeteyên ku îro êrîşê Rojava dikin tirs û xofa keç û xortên ku îman li azadiyê anîne ji nû ve jiyan bikin. Ev jî incax bi xwedîlêderketin û famkirina rastiya şehîdan pêkan e. Şehîd rûmeta me ne, pêkanîna xeyalên wan yên ji bo welat û jiyaneke azad parastina rûmetê ye. 

Bi wesîleya rasthatina salvegera şehadeta heval Berîtan, Gurbetelî Ersoz, Arîn Mîrkan û şehîdên pêngava “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” de şehîdên meha Cotmehê, hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî û bi rêzdarî bibîr tînin, li hember rastiya wan soza teqezkirina Kurdistaneke azad, jiyaneke serfiraz didin. Em di wê baweriyê de ne ku dê xeyalên bi hezaran şehîdan bi şikandina dagirkeriyê tacîdar bibin. Berxwedana gelan teqez wê bi ser bikeve.''