Komîsyona ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî li Iraqê hat avakirin

Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê komîsyoneke taybet hat avakirin. Hat diyarkirin ku wê komîsyon wê li cihên êrîş çêdibin dest bi lêkolînê bikin.

Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê komîsyoneke taybet hat avakirin. Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî li ser mijarê ji medya Iraqê re axivî û got: “Li Parlamentoya Iraqê mijara bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk a li ser Herêmê ket rojevê û desteyeke taybet ji bo lêkolînkirina vê mijarê hate avakirin. Wê deste biçe herêma operasyonê û belgeyan kom bike da ku rastî yan jî nerastiya vê mijarê were zelalkirin.”

Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Refîq Salihî ragihand ku wê nûnerên Wezareta Parastin, Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamantoya Iraqê û Wezareta Derve di nava desteyê de bin û got: “Armanca desteyê komkirina belgeyên temam ên li ser mijarê ye da ku bikare li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike.”