Komeleya Karkerên Mezopotamyayê: Kujer çima nayên girtin?

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û xwestin kujer werin dîtin û darizandin.

Endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li Silêmaniyê dijî êriş, gef û qetilkirina penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, meşiyan. Karker heya ber derê Dadgeha Silêmaniyê meşiyan û li wir daxuyaniyek ji aliyê endamê Komeleya Karkeran Ferhad Bariş ve hate xwendin.

Di daxuyaniya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de ev tişt hatin gotin; “Em weke penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistan, li Herêma Kurdistanê ne, di çarçoveya yasayên navnetewî, Iraq û Herêmê de, Hikumeta Herêma Kurdistan û Neteweyên Yekbûyî ji parastina me berpirs in. Lê ji dema em hatine Herêma Kurdistanê rastî êriş û gefên dewleta Tirk tên.

Gelek hevalên me ji Dihok û Hewlêrê hatin derxistin, li Silêmaniyê dewleta Tirk dev ji êrişên xwe bernade. Di navenda bajêr de êriş dike, birîndar dixe û qetil dike. Yan jî bi eşkere gefa kuştinê li hevalên me dixwin.

Dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, lê ya balkêş û bi êş, çekdarên dewleta Tirk çawa dikarin ew qas bi asanî di nava Herêma Kurdistanê de hevalên me gulebaran bikin?

Sala borî hevalê me yê bi navê Ferhad Bariş hate birîndarkirin, piştî wê bi rojekê heval Yasîn Bûlût ku endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê bû, hate qetilkirin. Lê dîsa kujer nehatin girtin, ji ber vê jî di 17’ê Gulana 2022’an de Zekî Çelebî li cihê xwe yê kar hate qetilkirin.

Ji ber ku kujerên hevalên me nayên girtin, cezakirin, metirsiya ser jiyana me hemûyan didome. Tevî hemû bangên me, Hikumeta Herêma Kurdistan, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî, bersiva bangên me nadin.

Gelo kesên êrişî hevalê me Ferhad Bariş kirin, hatine destgîrkirin yan na? Eger hatibin destgîrkirin çi ceza li wan hatiye birîn? Gelo ji bo kujerên Zekî Çelebî biryarek ya dadgehê a ji bo girtina kujeran heye? Eger biryara girtinê nehatibe dayîn, ji bo çi? Çi astengî li ber girtina kujeran heye?

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, kujerên Zekî Çelebî û Yasîn Bulut reviyane Hewlêrê û em dibêjin, gelo Hewlêr ne Herêma Kurdistanê ye? Gelo kujer li Hewlêrê jî bin, ma hêzên ewlekariyê nikarin wana bigirin?

Em bang li hemû aliyên peywendîdar, bi taybet desthilata dadwer dikin, berpirsyartiya xwe ya yasayî,  mirov û exlaqî bi cih bînin. Di bin bandor û zextên dewletan de nemînin. Li ser çarenûs û çekdarên êrişî ser Ferhad Bariş  kirine, raya giştî agahdar bikin. Li ser dosya qetilkirina Yasîn Bulut û Zekî Çelebî xebateke cîddî bikin.”