Komeleya Hêviyên Rengarenk karê xwe dewam dike

Komeleya Rengarenk Ûmûtlar (Hêviyên reng û reng) ku hewl dide binpêkirina mafên zarokên Kurd raxe pêş çavan, li gel gef û zextê jî karên xwe yên ji bo piştgiriya psîkososyal û parêzvaniya mafan dewam dike.

Komeleya Rengarenk Ûmûtlar ku li Bakurê Kurdistanê yek ji komeleyên destpêkê yên zarokan e, rêxistineke civakî ya sivîl e ku binpêkirina mafên mirovan ên li dijî zarokan dişopîne, piştgiriya psîkososyal û hiqûqî dide zarokan. Koordînatora Giştî ya komeleyê Yeter Erel li ser armanca damezrandin û karên komeleyê ji ANF'ê re axivî.

Erel bi bîr xist ku wan komele sala 2017'an ava kir, lê belê sala 2001'ê ji xwe weke Kooperatîfa Jinê ya Ronahiya Hêviyê li Sûrîçî li ser mafên zarokan kar dikirin. Erel anî ziman ku piştî şerê li Sûrê, bi taybetî jî piştî girtina saziyan a bi biryarnameyê, rêxistineke civakî ya sivîl nema ku karibe karê piştgiriya psîkososyal a ji bo kêmkirina bandora travmaya şer ji holê rake û mafên zarokan biparêze. Erel got, "Ya rast pêwîstiya van zarokan bi piştgiriyeke gelekî xurt a psîkososyal hebû. Weke Kooperatîfa Jinê ya Ronahiya Hêviyê ji ber zextên polîtîk ên wê demê me biryar dabûn ku kooperatîfê betal bikin. Ji ber ku kooperatîf di statuya şîrketê de kar dikir, mîna komeleyan bi hêsanî nikarin bêne girtin. Dibe ku qeyûm lê bihata bicihkirin, lê belê ji ber ku hêjayî tayînkirina qeyûm nedîtin, zexta polîtîk li kooperatîfê kirin. Li dijî hevalên me yên li desteya rêveberiyê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' lêpirsîn hatin destpêkirin. Li navenda kooperatîfê dema ku bi zarokan re kar dihate kirin, polîsan serdegirtin kirin. Berxwedana me ya ji bo valanekirina qadê bersiveke polîtîk ye. Qad a me ye, zarok ên me ne. Em baş pê zanin ku divê li wê derê bimînin. Me dît ku wê berxwedanê di astekê de zerar da zarokan, ji ber ku serdegirtinan bandoreke giran li zarokan dikir. Piştî ku me kooperatîf betal kir, ji bo piştgiriya psîkososyal bê dayin me xwe bi lez bi rêxistin kir û Komeleya Rengarenk Ûmûtlar ava kir."

BERPIRSYARIYA PARASTINA ZAROKAN

Erel anî ziman ku ew li ser bingeha dilxwaziyê û karên bingehîn ên maf dixebitin û got, "Komele gelekî li pêş e. Bêguman hem avantaj hem jî dezavantajên vê yekê hene. Avantaja xwe bi vî rengî ye: li gorî pêwîstiyan hin kar têne kirin. Em projeyan li ser van amade dikin û fon û piştgiriyê ji bo projeyên xwe dikarin bi dest bixin. Di vê mijarê de pirsgirêkek nîne. Komeleya Rengarenk Ûmûtlar ispat kiriye ku di vê mijarê de cihê baweriyê ye. Dezavantajeke xwe ya bi vî rengî heye; Em zanin ku yekane berpirsyarê binpêkirina mafên zarokan, dewlet e. Lewma di raporên xwe de jî vê didin pêş. Em dibêjin, 'Di asta destpêkê de dewlet ji parastina zarokan û mafên wan berpirsyar e. Bila berpirsyariya xwe bi cih bîne'. Bi vî rengî tu weke rêxistineke muxalîf tê dîtin li pêşberî wan. Lewma jî di nava du salan de em sê caran ketin ber kontrolê. Weke komele em weke hedef nîşan dan. Hewl didin ku karê me asteng bikin. Bêguman dezavantejek xwe ya bi vî rengî heye ji ber ku tu gelekî li pêş e û karên baş dike."