Komeleya Hêvî diyarî da xwendekarên serketî
Komeleya Hêvî li dibistana seretayî ya Şadan a li Kerkûkê, diyarî da xwendekarên qarneyên xwe standin û ji wan re serketin xwest.
Komeleya Hêvî li dibistana seretayî ya Şadan a li Kerkûkê, diyarî da xwendekarên qarneyên xwe standin û ji wan re serketin xwest.
Li Başûrê Kurdistanê, bi destpêkirina betlaneya dawiya salê ya dibistanên seretayî re di nava zarokan de coşa wergirtina qarneyê der bû. Komeleya Hêvî jî pêlîstok diyarî xwendekarên ku sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2015-2016'an bi rengekî serketî qedandin, kir.
Di vê çalakiya bi coş a li dibistana seretayî Şadan a li taxa Şorce ya Kerkûkê de, rêveberê Komeleya Hêvî Şaxê Kerkûkê Mihemed Gabar, endama RJAK'ê Dilovan Kerîm, dayikên gerîlayên li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, gelek mamoste û malbatên xwendekaran amade bûn.
Dilovan Kerîm li vê derê axivî û diyar kir, Komeleya Hêvî xwestiye, kêm jî be kêfxweşiya xwendekaran parve bike û got, "Di serî de ez hemû xwendekarên qarneyên xwe standine pîroz dikim. Her wiha spasiya mamosteyên me yên tevahiya salê xwendekar perwerde kirin, dikim. Di rojeke ewçend bedew de em kêfxweş in bi we re bin. Ji niha û pê ve jî em serketinê ji we re dixwazin û hêvîdar in ku hûnê xizmetên bi xêr ji Kurdistanê re bikin."
Piştre midûrê dibistanê Gîlas Omer Bekîr mafê axaftinê wergirt û spasiya Komeleya Hêvî kir û got, "Her wiha em minetdarê xwendekarên xwe ne ku reng dane vê roja bedew. Bêguman çalakiyên bi vî rengî hemû zarokên li herêmên me yên şer jî dijîn kêfxweş dike û teşwîqî perwerdeyê dike."